Bi karê xwe yê li ser Jineolojiyê hêjayî xelatê hate dîtin

Civaknas Laura Corradi bi lêkolîna xwe ya li ser jineolojiyê ya bi rexneya femînîst dinirxîne, di Konferansa Lêkolînên Jinan a Cîhanê ya 12'emîn de hêjayî xelata "Pêşkêşiya Serwer" hate dîtin.

LAURA CORRADI

Civaknas Laura Corradi ku beşdarî Konferansa Lêkolînên Jinan a Cîhanê ya 12'emîn bû, ku di navbera 26-30'ê Gulana 2026'an de li Taylandê hate lidarxistin, bi pêşkêşiya xwe ya devkî ya li ser lêkolîna xwe ya bi sernavê "Ji rexneya zanista femînîst a Sandra Harding heta bi avakirina Jineolojiyê" hêjayî xelata "Pêşkêşiya Serwer" hate dîtin.

SOSYOLOJIYA BEDENÊ Û KARÊN ZAYENDIYA CIVAKÎ

Aktîvîst Laura Corradi ku di heman demê de akamîsyenek li qada sosyolojiya bedenê dixebite, doktoraya xwe li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Kaliforniyayê qedand. Corradi heta niha bi sedan gotarên naskirî û akademîk, her wiha nêzî 15 pirtûk nivîsî ye.

Corradi ku li Zanîngeha Calabriayê li ser Zanista Civakî û Zanistî, Karên Zayendiya Civakî û Metodolojiyê dersan dide, li heman zanîngehê karên Laboratûwara Dekolonyal Feminist Queerê koordîne dike.

JINEOLOJÎ JI ALIYÊ KARÊN JINAN ÊN GLOBAL VE DINIRXÎNE

Corradi bi rêya karên xwe yên akademîk û tecrûbeyên xwe yên li nava têkoşîna femînîst bala xwe çû ser fikrên Rêber Apo. Corradi diyar kir ku pênaseya Jineolojiyê û tecrûbeyên pratîkî yên şoreşa jinên Kurd ji aliyê pêşvebirina karên zayendiya civakî ya global ve girîng e, lewma di lêkolînên xwe de dide ser şopa jineolojiyê.

Karên Corradi li ser paradîgmaya modernîteya demokratîk û rêbazên vê paradîgmayê ne. Corradi ku demeke dirêj e piştgiriyê dide tevgera jinên Kurd, bi nêzîkatiyeke enternasyonalîst hevkariyê bi tevgerê re dike.

Corradi ji ber karên xwe yên akademîk ên li ser qada jineolojiyê û vê hevkariya xwe, di Konferansa Lêkolînên Jinan a Cîhanê ya 12'emîn de hêjayî xelata "Pêşkêşiya Serwer" hate dîtin.