Serlêdanên ji bo 33’yemîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên Rojnamevaniyê destpê kirin

Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên Rojnamevaniyê yên ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ve tên amadekirin, destpê kirin.

Pêvajoya serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên Rojnamevaniyê yên ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ve tên organîzekirin, dest pê kir. Serlêdanên pêşbirka ku li gel dirûşmeya ‘’Parêzvanên heqîqetê bi kesên li rêça heqîqetê dişopînin re dicivin’’, wê heya 5’ê Îlonê berdewam bikin.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) diyar kir ku armanca pêşbirkê zindîkirina bîranîna yek ji pêşengê çapemeniya Kurdî Mûsa Anter, bibîranîna rojnamevanên ku di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane û nîşandana keda rojnamevanan e.

CARA EWIL WÊ LI SER NAVÊ HUSEYÎN AYKOL XELAT WERE DAYÎN

Wê îsal di pêşbirkê de xelateke nû were dayîn. Wê li ser navê Huseyîn Aykol ê ku yek ji kesekî girîng ê Çapemeniya Azad û di sala 2025’an de jiyana xwe ji dest da ‘’Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê ya Huseyîn Aykol’’ were dayîn.

Wê xelatê bidin kes yan jî saziyên ku di qada azadiya çapemeniyê, mafên mirovan û azadiyan de derdikevin pêş.

ENCAM WÊ DI 15’Ê ÎLONÊ DE DIYAR BIBIN

Encamên pêşbirkê wê di 15’ê Îlonê de werin eşkerekirin. Merasîma xelatdayînê jî wê di 20’ê Îlonê de ku salvegera qetilkirina Mûsa Anter e li Amedê were lidarxistin.

WÊ JI 5 BEŞÊN CUDA SERLÊDAN WERIN QEBÛLKIRIN

Pêşbirk wê di qadên nûçeya bi Tirkî, nûçeya bi Kurdî, wêne, nûçeya dîtbarî (nûçeya bidîmen) û karîkaturê de were lidarxistin. 

Beşdar wê bikaribin xebatên xwe yên di qadên weke polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, çand, huner, werzîş û jiyana civakî de amade kirine, bişînin pêşbirkê.

DFG’ê da zanîn ku divê berhemên ku ji pêşbirkê re bên şandin guncavî prensîbên rojnamevaniyê, xweser û ji bo başiya raya giştî bin.

SERLÊDAN WÊ HEYA 5’Ê ÎLONÊ BERDEWAM BIKIN

Şertnameya teknîkî û şert û mercên serlêdanê yên têkildarî pêşbirkê ji aliyê DFG’ê ve hatin weşandin û hate diyarkirin ku beşdarvan dikarin berhemên xwe bi awayekî dijîtal ji navnîşanên serlêdanê re bişînin.

* e-posta: [email protected]
* Telefon: 0 (530) 186 80 76
* Navnîşan: Taxa Kooperatîfan, Kolana Ofîs Huner, Apartmana Hunerê ya Halîtoglû, Nimreya deriyê derve:17, Nimreya deriyê hundirîn: 3, Yenîşehîr/Amed