BI DÎMEN

Li Stenbolê ji DEM Partiyê banga ji bo 'Mîtînga Azadiyê'

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo 'Mîtînga Azadiyê' ya ku 28'ê Hezîranê li Qada Bagcilar a Stenbolê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Li Stenbolê wê di 28'ê Hezîranê de li Qada Navçeya Bagcilarê “Mitînga Azadiyê” bê lidarxistin. Mitîng bi pêşengiya DEM Partî, DBP, TJA û HDK'ê wê bê pêk were. Li Parka Haciahmet a li navçeya Beyoglûyê bi daxuyaniyekê starta mitîngê hate dayîn. Endam û rêveberên DEM Partiyê û DBP û HDK'ê, aktivîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Bi civaka azad ber bi azadiyê ve” nivîsandibû hate vekirin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar ve hate xwendin. Arîfe Çinar diyar kir ku gelê Kurd bi dehan salan e ku têkoşîna azadî, nasname û jiyanek bi rûmet dikin û wiha got: “Di vê têkoşînê de berdêlên giran hatine dayîn; ne tenê gelê Kurd, hemû gelên ku wekhevî û demokrasiyê dixwestin êşên mezin kişandin. Lê belê, ligel hemû zextan jî vîna azadiya gelan nehatiye teslimgirtin. Bangawaziya ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hat kirin, ji bo çareseriya demokratîk û jiyana hevpar bûye qonaxeke dîrokî. Ev bangawazî; perspektîfa civaka demokratîk a ku gel dikarin tê de bi ziman, nasname û statuya xwe bi azadî bijîn, derxistiye holê. Ji bo ku aştî xurt bibe û çareseriya demokratîk bi pêş bikeve, divê şert û mercên xebat û ragihandinê yên birêz Abdullah Ocalan werin sererastkirin û bi qanûnê were garantîkirin, riya azadiya wî ya fîzîkî bê vekirin. Di serdemeke wiha de ku Rojhilata Navîn bi şer û krîzan hatiye dorpêçkirin, aştî êdî pêdiviyeke wisa ye ku nayê paşxistin. Em ê bi dirûşmeya ‘Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve’ li qadan bin.”

Aktivîsta TJA'yê Sebahat Tuncel jî anî ziman ku Rêber Apo ji bo aştiya gelan bang kir û wiha axivî: “Ev bangawazî banga înşakirina civaka demokratîk e. Bi vê bangê hêviyek derket holê, lê bendemayîn berdewam dike. Bi gotinan bawerî pêk nayê, aştî bi qanûna tê parastin. Piştî banga 27'ê Sibatê aliyê gelê Kurd gav avêt. Lê aliyê Tirkiyeyê çi kir? Berpirsiyariyên xwe nekir, tevî biryarên DMME'yê jî ji aliyê mafê hêviyê ve tu gav nehat avêtin. Bi azadiya Rêberê Gelê Kurd aştî jî wê pêk were. Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan statuya gelê Kurd e.”

Piştî daxuyaniyê belavokên beşdariya ji bo mitîngê hatin belavkirin.