Heyeta Îmraliyê bi Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin.

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de karên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, hevdîtinên ku bi partiyên siyasî re kiriye û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine nirxandin.

Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku ji bo qonaxa pêş a pêvajoyê bi ser bikeve, gelekî girîng e ku li parlamentê karên pêwîst bêne kirin û sererastkirin bi cih bêne anîn.