Kekê Murat Karayilan, Mehmet Emîn Karayilan jiyana xwe ji dest da
Mehmet Emîn Karayilan ku kekê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan e, jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Emîn Karayilan ku kekê Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan e, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Mehmet Emîn Karayilan (74) 16’ê Hezîranê roja sêşemê ji bo tedawiya keça xwe çû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ersîn Arslan a Dîlokê û li wir krîza dil derbas kir.
Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan rakirin morga Goristana Yeşîlkent a Dîlokê.
Cenaze wê roja pêncşemê ji morgê were girtin û li goristana Taxa Sakiltan a navçeya Bêrecûk a Rihayê were veşartin.