Çalakiya Cenevreyê: Divê gavên şênber bên avêtin û qanûnên demokratîk bên derxistin
Nobeta Ji Rêber Apo re Azadî ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, gihîşt hefteya 281’an.
Nobeta Ji Rêber Apo re Azadî ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, gihîşt hefteya 281’an.
Kurdistaniyan ji 25’ê Çileya 2021’an ve her Çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bang li saziyên navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Çalakiya vê heteyê ji bo bîranîna Sema Yuce, Zîlan (Zeynep Kinaci), Şoreş Roza (Murat Ozdemîr), Bedran Sîverek (Îsmaîl Bagişkondu) û tevahî şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre, Berdevkê Komîteya Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” Veysel Kuşkanadi diyar kir ku zêdeyî salek û nîv e di navbera Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike.
Kuşkanadi diyar kir ku hikûmeta AKP’ê zorê dide pêvajoyê û hewl dide bixetimîne û anî ziman ku Rêber Apo û Tevger ji bo serxistina pêvajoyê her tim gavên çêker diavêjin. Kuşkanadi bilêv kir ku hikûmetê jî pêvajoyê ne li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, lê bi gotina “Tirkiyeya bêteror” digre dest û destnîşan kir ku bendewariya gel serxistina pêvajoyê ye.
Piştre, Berdevkê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a Cenevreyê Îbrahîm Yukel diyar kir ku yek ji muhatabên herî rewa yên diyalog û lêgerînên çareseriyê yên bi Rêber Apo re tên meşandin, malbatên şehîdan û xizmên qurbaniyan e.
Yuksel diyar kir ku KOMAW’ê xwedî pêvajoya diyalog û çareseriyê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, derdikeve û destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiyeke mayînde û demokratîk divê statuya siyasî ya Rêber Apo zelal bibe û bigihe şert û mercên azad ên xebatê. Yuksel anî ziman ku tevî şandeyeke ku bi navê komaleyê re vê avakirin re daxwaza rasterast hevdîtina bi Rêber Apo re bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku mafên demokratîk ên gelê Kurd, kêmenetew û komê baweriyan bi destûra bingehîn were mîsogerkirin.
Jinên ku di dawiya çalakiyê de mafê axaftinê girtin, banga tevlîbûnê ji bo 13’emîn Festîvala Çandê ya Sakîna Cansiz ku wê di 28’ê Hezîranê de li Zurihê bê lidarxistin, kirin.
Hate diyarkirin ku festîval ji bo jiyanîkirina nirxên çandî ya gelê Kurd û xwedîderketina li têkoşîna azadiyê bibe civînekî girîng û hemû gel ji bo festîvalê hatin vexwendin.