Riya Til Temir-Zirgan ji ber şewatê hat girtin

Agirê ji gundewarê Zirganê derbasî gundê El Eboş bûye, hejmarek mal şewitandin, tevgera trafîkê li ser rêya Til Temir-Zirganî ji ber şewatê sekinî.

Li gorî agahiyan, şewata hejmarek malên li gundê El Eboş ê bakurê Til Temirê ji ber agirê ji baregehên dewleta Tirk ên ji gundewarê Zirganê ve li herêmê belav bûye, belge kir. 

Di dîmenên meydanî de xuya dibin ku ji gelek cinê hundirê gundê dûman û agir derdikeve. Şênî lez didin, deverên tehdîdkirî vala dikin, bi derfetên heyî şewatê vedimirînin. Hemwextî wê jî Tîmên Awarte ji saetên sibehê ve xebatên xwe dewam dikin.

Ji ber şewatê zirar bi hejmarek mal û milkan bû, hîna jî metirsî hene ku şewat bi mal û zeviyên din ên çandiniyê bikeve.

Her wiha şewata li gundewarê Zirganê jî bi awayekî beşî tevgera trafîkî ya li ser rêya Til Temir-Zirganê qut kir.

Tîmên Awarte û şênî hewl didin şewatê kontrol bikin, gundên li ser rêya şewatê biparêzin.