BI DÎMEN

Jean Ziegler bi Sirûda Enternasyonal hat oxirkirin

Ramanwerê Swîsrî Jean Ziegler bi merasîmeke beşdariya hezaran kesî hat oxirkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Ziegler ji bo gelên bindest têkoşiya.

Sosyolog, parêzer û nivîskarê Swîsrî, ramanwerekî pêşeng ê çepgirên cîhanê û hevalekî nêzîk ê Tevgera Azadiya Kurd Jean Ziegler çend roj berê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Jean Ziegler li Cenevreyê bi beşdariyeke girseyî merasîmek bîranîn û oxirkirinê hat lidarxistin. Merasîma ku li Katedrala dîrokî ya Saint-Pierre hat lidarxistin, siyasetmedar, hunermend, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û bi sedan kes beşdar bûn.

Yek ji kêliyên herî balkêş ên merasîmê bi orga katedralînê Sirûda Navneteweyî hat lêxistin û piştre jî ji hêla beşdaran ve bi hev re hat gotin. Sirûd yek ji sembola navneteweyî ya tevgera çepgir e wekî nîşanek nirxên ku Jean Ziegler di tevahiya jiyana xwe de parastiye hat dîtin.

Şaredara Cenevreyê Christina Kitsos di merasîma ku katedrala tijî bibû de axivî û bal kişand ser mîrateya ku Ziegler ji bajar û cîhanê re hişt û got, "Cenevre yek ji wijdanên xwe yên herî mezin winda kiriye.” Di axaftinan de gelek caran têkoşîna wî ya li dijî birçîbûn, xizanî û neheqiya kûrewî hat bibîranîn.

MALBATÊ BEHSA ZIEGLER KIR

Hevjîna wî Erica Ziegler, kurê wî Dominique Ziegler û neviyê wî Théo Ziegler di merasîmê de axivîn û behsa Jean Ziegler kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Ziegler ne tenê entelektuelekî têkoşer bû, di heman demê de mirovekî dilovan bû û her gav piştgirî dida kesên nêzîkî xwe.

Kurê wî yê derhêner Dominique Ziegler diyar kir ku bavê wî di tevahiya jiyana xwe de di navenda nîqaşan de bû û got, "Bavê min demekê yek ji kesên herî zêde li Swîsreyê dihat rexnekirin bû. Tevî vê yekê min qet gilî û gazincên wê nebihîst.”

Di merasîma ku du saet û nîvan berdewam kir de bi axaftin, stran û bîranînan  jiyan, raman û têkoşîna Jean Ziegler hat vegotin. Ziegler ê ku li çaraliyê cîhanê bi têkoşîna li dijî birçîbûn, mêtingerî û newekheviyê tê nasîn, wê li Goristana Cimetière des Rois a Cenevreyê were veşartin.