Li Îngilistanê hilbijartina navbreê ya krîtîk
Li herêma Makerfield a li bakurrojavayê Îngilistanê hilbijartina navberê destpê kir. Hilbijartin ji bo paşeroja siyasî ya Serokwezîr Keir Starmer krîtîk tê dîtin.
Li herêma Makerfield a li bakurrojavayê Îngilistanê hilbijartina navberê destpê kir. Hilbijartin ji bo paşeroja siyasî ya Serokwezîr Keir Starmer krîtîk tê dîtin.
Li Îngilistanê bala mirovan li hilbijartina navberê ya li herêma hilbijartinê ya Makerfieldê ya li bakurrojavayê welêt e ku roja Pêncşemê destpê kir. Hilbijartin wê ne tenê wekîlekî diyar bike, di heman demê de weke destpêka pêvajoyekê tê dîtin ku lîderiya Serokwezîr Keir Starmer bike mijara nîqaşê.
Keri Starmer ku di Tîrmeha 2024'an de di hilbijartinên giştî de bi serketina mezin a Partiya Karker (Labour) bû desthilatdar, mehên dawî piştgiriya xwe ya li nava raya giştî gelekî winda kiriye. Krîzên siyasî yên hikumetê, hin biryarên cihê nîqaşê û aciziya li nava partiyê zexta li ser Starmer zêde kir.
Di atmosfereke bi vî rengî de Şaredarê Bajarê Mezin ê Manchesterê Andy Burnham ku hevrikê wî yê li nava partiyê ye, dixwaze ji hilbijartina Makerfieldê bibe parlamenter û li siyasetê vegre. Burnham ku beriya niha di navbera salên 2001-2017'an de li parlamentê wezîfe kir, bi îdîaya ku berjewendiyên Îngilistan a bakur diparêze, di salên dawî de li welêt bû fîgurekî siyasî yê bi bandor.
LI NAVA PARTIYA KARKER NÎQAŞÊN LI SER LÎDERIYÊ
Li gorî çavdêrên siyasî eger Burnham di hilbijartinê de bi ser bikeve, dibe ku di nava Partiya Karker de hevrikiya lîderiyê bi lez bibe.
Di pêvajoya kampanyayê de Makerfield veguherî yek ji navendên siyaseta Îngiilz. Gelek wezîr, parlamenter û lîderê partiya Reform UK a rastgir Nigel Farage serdana herêma hilbijartinê kirin.
Andy Burnham di daxuyaniya xwe ya li kampanya hilbijartinê de got, "Hilbijêrên vê herêma hilbijartinê ji bo siyaseta Îngilîz dikarin senaryoyeke nû binivîsînin."
JI STARMER PEYAMA LIHEVKIRINÊ
Serokwezîr Starmer beriya hilbijartinê banga lihevkirinê li Burnham kir û jê xwest ku di paşerojê de di hikumetê de bi roleke girîng rabe. Lê belê li gorî çapemeniya Îngiliz Burnham ev pêşniyar qebûl kir.
Li gorî anketên li nava raya giştî Burnham wê di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Pispor dibêjin bi giranî ji ber populerîteya xwe ya weke Şaredarê Manchesterê wê bi ser bikeve.
BILINDBÛNA REFORUM UK Û RASTGIRIYA TUND
Di hilbijartinê de yek ji mijareke balê dikişîne bilindbûna dengê partiya Reform UK ku bi gotinên xwe yên li dijî koçberan li pêş e. Namzetê partiyê Robert Kenyon polîtîkayên koç û bacê kir navenda kampanya xwe ya hilbijartinê. Lê belê ji ber daxuyaniyên xwe yên zayendîperest ên beriya niha bû hedefa rexneyan.
Eger Burnham di hilbijartinê de bi ser bikeve, dibe ku di nava Partiya Karker de bi rengekî fermî pêşbirka lîderiyê destpê bike. Li gorî pîvanên partiyê, ji bo hilbijartina lîderiyê destpê bike herî kêm divê 81 wekîlên Partiya Karker piştgiriyê bidin.
Burnham hîn bi fermî eşkere nekiriye ku li hemberî Starmer têkoşîneke lîderiyê bide destpêkirin an na, lê belê li gorî piştevanên wî, encameke xurt a hilbijartinê wê zexta li ser Serokwezîr zêde bike û wî neçar bihêle ku dest ji wezîfeyê berde.
Dengdana li Makerfieldê wê bi dema herêmî saeta di 22:00 de biqede. Tê payin ku encamên hilblijartinê nîvê şevê bêne eşkerekirin.