Ji ber binpêkirinên li dijî zarokan dibe ku NY niştecihên Îsraîlî bixe lîsteya reş

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyarî da ku ji ber "zêdebûna balkêş" a binpêkirina mafên zarokên Fîlîstînî dibe ku komên niştecih ên Îsraîlî bikeve lîsteya reş.

Antonio Guterres anî ziman ku komên niştecih ên Îsraîlî ji ber binpêkirinên li hemberî zarokên Fîlîstînî dibe ku bikevin lîsteya reş a Neteweyên Yekbûyî.

Di rapora salane ya bi sernavê "Zarok û Şerê Çekdarî" (CAAC) a Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin ku li xaka Fîlîstînê ya dagirkirî binpêkirina giran a li hemberî zarokan gelekî zêde bûye.

LI SERANSERÊ CÎHANÊ BINPÊKIRINÊN GIRAN

Di rapora NY'yê de hate ragihandin ku li seranserê cîhanê 38 hezar û 558 "binpêkirinên cidî" hatine qeydkirin û 24 hezar û 174 ji van binpêkirinan bandor li zarokan kiriye. Ev hejmar ji sala 1996'an û vir ve hejmara herî bilind e ku tê qeydkirin.

Di raporê de hate gotin, 14 hezar û 224 zarok hatin kuştin an jî birîndar bûn, mirina zarokan li gorî salek berê di asta ji sedî 34 de zêde bû. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku hatiye piştrastkirin ku li Xezeyê 2 hezar û 668 zarokên Fîlîstînî, li Şerîa Rojava jî 47 zarokên Fîlîstînî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedarên Neteweyên Yekbûyî di sala 2025'an de herî zêde li xak Fîlîstînê ya dagirkirî mafên zarokan hatin binpêkirin. Piştre jî Komara Kongo ya Demokratîk, Nîjerya, Myanmar û Somalî hate ragihandin.

HAMAS HÎN JÎ DI LÎSTEYÊ DE YE

Di raporê de her wiha baskê leşkerî yê Hamasê û komên ser bi wê ve, ji ber ukştin, revandin û birîndarkirina zarokan hîn jî di lîsteya reş de ye. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku van koman 2 hezar û 806 caran mafên zarokan binpê kirine.