Wesayita ku karkên çandiniyê tê de bûn wergeriya: 1 mirî, 11 birîndar

Li navçeya Kîraz a Îzmîrê, mînîbuseke ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di qezayê de karkerekî jiyana xwe ji dest da, 11 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Kîraz a Îzmîrê, mînîbusa ku karkerên çandiniyê yên demsalî tê de bûn li qada Degîrmendereyê wergeriya. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 11 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di qezayê de hevjîna ajokarê mînîbusê Gulseren Gezgîner jiyana xwe ji dest da. Ajokar û 10 karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên li navçeyên Kîraz û Odemîşê.