Li Îzmîrê wesayita ku karkerên çandiniyê tê de bûn wegeriya: 22 birîndar
Li navçeya Bayindir a Îzmîrê, mîdîbuseke ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di encamê de 22 karker birîndar bûn.
Li navçeya Bayindir a Îzmîrê, mîdîbuseke ku karkerên çandiniyê tê de bûn wergeriya. Di encamê de 22 karker birîndar bûn.
Qeza li nêzî taxa Kizilcaagac a navçeyê qewimî. Hate ragihandin ku wesayit kontrola ajokar derket û li qadeke daristanî wergeriya.
Ajokarê wesayitê û 21 karker birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyên dewletê yên li Bayindir û Tîreyê.
Hate ragihandin ku rewşa birîndaran giran nîne û têkildarî qezayê lêkolîn hate destpêkirin.