Ûkranyayê li dijî Moskovayê êrîşeke berfireh a droneyan pêk anî

Balafirên bêmirov ên Ûkranyayê, paytexta Rûsya Moskovayê hedef girtin. Di encama êrîşan de yek ji mezintirîn refîneriyên pertolê yê Rûsyayê hat xistin û di heman demê de Kiev jî bi fuzeyan hedef hat girtin.

Ûkraynayê şeva Çarşemê êrîşeke berfireh bi ÎHA’yan li ser paytexta Rûsyayê Moskowayê, pêk anî.

LI RAFÎNERIYA PETROLÊ HATE XISTIN

Şaredarê Moskowayê Sergey Sobyanin, ragihand ku gelek ÎHA’yên Ûkraynayê paytext hedef girtine û got ku hin ji wan jî gihiştin Rafîneriya Petrolê ya Moskowayê.

Sobyanin, got hêzên parastina hewayî ya Rûsyayê êrîşan asteng kirine û heta sibehê 52 ÎHA xistine xwarê.

Ev rafînerî li herêma Kapotnya ya başûrê rojhilatê Moskowayê ye û beşeke mezin ji pêdiviya sotemeniyê ya bajarê Moskowayê dabîn dike. Ev cara duyemîn e ku di van rojên dawî de dibe hedefa êrîşan.

LI BALAFIRGEHÊ HIŞYARÎ

Ji ber êrîşê li Balafirgeha Şeremetyevo ya ku yek ji mezintirîn balafirgehên Moskowayê ye hişyarî hat kirin. Rêwî û karmendan ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Piştre rayedaran ragihand ku hişyarî hat rakirin û seferên balafiran hêdî hêdî vegeriyan rewşa asayî.

Waliyê Herêma Moskowayê Andrey Vorobyov, jî got ku avahiyek û navendeke bazirganî zirar dîtine, lê qurbanî ango birîndar çênebûne.

KÎEV JÎ HATE HEDEF GIRTIN

Di heman demê de paytexta Ûkraynayê Kîev, jî rastî êrîşeke fuzeyan a Rûsyayê hat.

Piştî hişyariya êrîşên hewayî, dengê teqînan li bajêr hat bihîstin. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku gelek kes berê xwe dane jêrzemînan.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê Tymur Tkaçenko, got ku li gorî agahiyên destpêkê tu qurbanî an zirareke mezin nehatiye tomarkirin.

LI SER ŞER 4 SAL DERBAS BÛN

Şerê ku di sala 2022’yan de dest pê kiribû niha ketiye sala xwe ya çaremîn. Di van mehên dawî de êrîşên hewayî yên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de zêde bûne. Ev êrîş her wiha bandor li deverên sivîl jî dikin û qurbanî û zirarên binesaziyê zêde dibin.

Di vê navberê de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump, di Civîna G7’ê de got ku divê Rûsya bigihîje peymanekê. Trump, her wiha peıyama dibe ku hin cezayên li dijî Moskowayê dîsa werin sepandin da.