Abdî Yarcû: Peymana Îltîca û Koçberiyê ya nû gefê li koçberên siyasî dixwe

Hiqûqnas Abdî Yarcû diyar kir ku peymana îltîca û koçberiyê gefê li koçberên siyasî dixwe û got ku bi taybetî kesên ku ji ber sedemên siyasî neçar mane welatên xwe biterikînin bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne.

QANÛNÊN PENABERIYÊ

Hiqûqnas û mafparêz nerazîbûnên xwe nîşanî Peymana Îltîca û Koçberiyê ya nû ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi armanca astengkirina koçberiyê xistiye dewrê, didin.

Bi taybetî koçberên siyasî yên ji ber zêxtên siyasî yên li Tirkiyeyê, şerê li Kurdistanê û tundiya rejîmê reviyane û berê xwe dane Ewropayê, li gel pergala nû bi xespeke mafî ya mezin re rû bi rû ne.

Parêzer Abdî Yarcû yê li Elmanyayê pisporê hiqûqa îltîca û koçberiyê ye, bi taybetî li gel têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî prosedorên îltîcayê û pêvajoyên dersînorkirinê tê naskirin.

Abdî Yarcû yê endamê Komeleya Parêzerên Komarparêz (RAV), li  gel tecrûbeya parêzvaniya mafî têkildarî peymana nû ya berbes ji ANF’ê re axivî.

Hiqûqnas Abdî Yarcû di destpêka axaftina xwe de hişyariya dibe ku prosedurên sînor û mekanîzmayên hatine lezandin mafên koçberan bi awayekî fiêlî ji holê rake, da û got ku bi taybetî dosyayên siyasî yên ji Tirkiyeyê hatine di nava van çerxên ‘’bilez’’ de bi rîska çewisînê re rû bi rû ne.

‘MEZINTIRN RÎSK PROSEDURÊN LI SÎNOR IN’

Abdî Yarcû piştre bal kişand ser talûke û rîskên pergala îltîcayê ya YE’yê ya nû yên li ser mafên mirovan û ev yek anîn ziman: ‘’Zêdebûna prosedurên sînoran  û sepanên (girtinên) li sînor, bi awayekî fiêlî mafên koçberan ên weke parêzer, rêyên serlêdana hiqûqî ya bibandor û lêkolîneke berfireh  tune dikin. Bi taybetî ji aliyê kesên ku neçar mane jiber sedemên siyasî welatên xwe biterikînin ve talûkeye mezin heye. Çîrokên tevlihev, zulm û zextê, di van prosedurên kurt û hatine lezandin de rîska nebûna derfeta nîşandana wan heye. Ev yek di nava xwe de îhtimala dayîna biryara redê ya bi awayekî rasterast û li dijî hiqûqê dihewîne.’’

‘DIVÊ DOSYAYÊN MUXALÎF Û KURDAN BI KÛRAHÎ WERIN LÊKOLÎNKIRIN’

Abdî Yarcû destnîşan kir ku prosedurên hatine lezandin zirarê dide mafê nirxandina adilane û û takekesî yên koçberên siyasî yên ji Tirkiyeyê hatine û got: ‘’Bi awayekî teqez rîskeke bi vî rengî heye. Gelek caran dosyayên koçberên siyasî yên ji Tirkiyeyê hatine lêkolîneke berfireh û takekesî ya pir cidî hewce dike. Ev prosedurên hatine lezandin yên veguherandine modeleke xizmetê, her çend bi awayekî teorîk weke ku berpirsiyariya lêkolînê ya takekesî ji holê ranake, xuya bike jî di sepanê de wê encama lêkolînnekirina serlêdanan ya bi awayekî berfirek derkeve holê. Lê belê yek ji psensîba hiqûqa parastinê ya navneteweyî ew e ku ku divê her serlêdanek di çarçoveya şert û mercên xwe de û bi awayekî takekesî werin nirxandin. Pergala nû, krîterên hiqûqî yên sereke yên ji bo statuya penaberan yan jî parastina duyemîn hewce ne bi awayekî rasterast naguherîne. Ji ber vê yekê mafê parastina kesên li Tirkiyeyê zulma siyasî dîtine, bi awayekî prensîbî berdewam dike.’’

‘GER LI SER KAXÊZÊ BIMÎNE WÊ TEQEZ BINPÊKIRIN PÊK WERE’

Hiqûqnas Abdî Yarcû di dawiya axaftina xwe de rîskên peymana nû yên li ser mafên koçberan û ev yek anîn ziman: ‘’Ger mafên koçberan bes li ser kaxazê bin tu wateya wê tune ye.  Ji bo ku mafên mirovan baş werin parastin divê kesên serlêdana îltîcayê kirine bi awayekî pratîk xwe bigihînin parêzeran, ji bo parastina xwe xwedîyê wextekî zêde bin û ji aliyê dadgehên serbixwe ve çavdêriyeke bibandor were kirin. Ji ber vê yekê hêmana diyarker a sereke, sepandina van qaîdeyan ya li qadê ye. Temînatên hiqûqî çi qasî girîng jî bin, dema ku di sepandina wan de alîkariya hiqûqî nebe û mekanîzmayên çavdêriya darazî yên bibandor neyên avakirin rîskên binpêkirinên mafên mirovan û paşveşandina penaberan ya bi awayekî eşkere bi temamî ji holê ranabin.’’