Cezayê lêdana bi qemçiyan li hunermendên Îranî hate birîn
Li hunermenda Îranî Peresto Ahmedî û gelek muzîsyenan, bi hinceta ku tevlî konserekê bûne ji aliyê dadgeha Îranê cezayê lêdana bi qemçiyan hate birîn.
Li hunermenda Îranî Peresto Ahmedî û gelek muzîsyenan, bi hinceta ku tevlî konserekê bûne ji aliyê dadgeha Îranê cezayê lêdana bi qemçiyan hate birîn.
Dadgeha sûcan a parêzgeha Qumê li ser stranbêj Peresto Ehmedî û heşt beşdar û muzîkjenên din ên ‘Konsera Karwanserayê’ cezayê 74 qamçiyan, du sal qedexeya derketina derveyî welat û du sal qedexeya çalakiyên hunerî sepandiye.
Li gorî biryarê ev kes bi tometa ‘xerakirina exlaqê giştî bi rêya hilberandin û belavkirina naverokên nexwestî di qada elektronîkî de’ hatine sûcdarkirin.