Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 welatî hatin binçavkirin û nehate hînbûn ku du kesan birîne ku derê.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku Mistefa Pîrotî yê 51 salî ku xelkê Pîranşarê ye û li Mehabadê dijî, ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer û bi karanîna tundiyê li pêşiya mala xwe hat binçavkirin û ji bo girtîgeha Îdareya Îtîlaata Urmiyeyê hat veguhestin. Piştre mala wî jî hate lêgerîn û telefona wî hate desteserkirin.

Heman raporê de hate diyarkirin ku hêzên Wezareta Îtîlaatê ya Îranê bi ser mala çalakvan Elî Şukrî de ya li bajarê Bokanê de girtine û bêyî fermana dadawer hatiye binçavkirin. Her wiha Eşkan Abixo jî li cihê karê xwe ku berberxaneyek li bajarê Seqizê rêve dibe, bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlaatê ve hatiye binçavkirin. Her du jî ji bo cihekî nediyar hatine birin.

Tora Mafên Mirovan da zanîn ku malbatên van her sê welatiyên Kurd gelek caran serdana navendên ewlehî û dadweriyê kirine, lê heta niha nekarîne ti zanyariyan li ser sedemên girtina wan yan jî tohmetên ku bi ser wan hatine sepandin, bi dest bixin.

Heta niha li ser cihê girtin û rewşa wan a niha ti zanyarî bi dest neketine.