Peymana hevkariyê di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Maria Curie-Sktodowska de

Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Maria Curie-Sktodowska ya li Lublin, Polonyayê peymaneke hevkarî û hevrêziya akademîk îmze kir.

Zanîngeha Kobanê peymana hevkariya akademîk bi Zanîngeha Maria Curie-Skłodowska li Lublin, Polonya re îmze kir.

Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê peymanek hevkarî û hevrêziya akademîk bi Zanîngeha Maria Curie-Skłodowska li Lublin, Polonya re îmze kir. Armanca vê yekê xurtkirina hevkariya zanistî, lêkolînî û danûstandina pisporiya akademîk di navbera her du zanîngehan de ye.

Di nav şandeya Zanîngeha Kobanê de Hevserokê Zanîngeha Kobanê Mamoste Şervan Mislim û Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Navneteweyî Dr. Eşref Mehmûd.

Di merasîma îmzekirinê de, Zanîngeha Maria Curie-Skłodowska Profesor Zbigniew Pastuszak Cîgirê zanîngehê ya pêşkeftin û hevkariya Karsaziyê, Dr. Olga Plzeżinska-Mukewska rêvebera navenda hevkariya navneteweyî, Profesor Marek Petrash rêveberê enstîtuya têkiliyên navneteweyî her wiha serokê Beşa Têkiliyên Navneteweyî û Siyasî amade bûn.

Peyman pêşxistina hevkariyê di warên lêkolînên zanistî, danûstandina akademîk û pêkanîna proje û çalakiyên hevbeş de destnîşan dike, Ku beşdarî xurtkirina têkiliyên akademîk ên navneteweyî di navbera her du saziyan de dibe.

Zanîngeha Maria Curie-Skłodowska yek ji çar zanîngehên dewleta Polonya yên herî mezin in, ku nêzîkî 70,000 xwendekar lê dixwînin.