Çalakiya Nobetên ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 205’an û di roja 1065’an de didome.
Nobeta dewrgirtinê ku li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê lidar ket de, endam, rêveberên saziyên civakî û gelek welatiyên wargehê tevlî bûn.
Di çalakiyê de wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin û girseya gel gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” berz kir.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Koordînasyona Meclisa Îştar’ê Bêrîvan Îşlek axivî.
Bêrîvan Îşlek anî ziman ku bi sala ye li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî tê meşandin û diyar kir ku tecrîda tê meşandin jî her kes dizanê ku tenê ne li ser kesekî, di kesayetiya Rêber Apo de, li ser jina azad, li ser civaka azad li ser xeta demokrasî û aşîtiyê tê meşandin.
Bêrîvan Îşlek di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir û got: “Li dijî tecrîdê bi salane ku em weke gelê Kurd û dostên gelê me di nava çalakiyan de ne. Gelê Wargeha Mexmûrê jî, ev nêzî 3 salin, bi dil û can nobeta ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi awayekî bi biryar didomîne. Heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe wê ev çalakî bê berdewamkirin.”
Bêrîvan Îşlek destnîşan kir ku Rêber Apo ji ber ku ne tenê kesayeteke û diyar kir ku ew ji bo gerdûnek azad û jiyanek azad têdikoşe.
Bêrîvan Îşlek di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda salane ya li ser Rêber Apo û got: “Dijmin ji bo tolê ji Rêber Apo hilîne tecrîdê giran dike. Lê Rêber Apo bi pêşkêş kirina paradîgmaya ‘Jin Jiyan Azadî’ dîwarê koletiyê hilweşand. Wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo, bi têkoşîna jina azad û civaka azad ya rêxitin kirî, dîsa wê bi aşîtî û civaka demokratîk wê bê mîsoger kirin û ev jî ji bo me biryareke.”