ROJEVA 20 HEZÎRANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Rojnamevan û nivîskarê Ermenî Pakrat Estukyan destnîşan kir ku veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê, tenê bi rûbirûbûyînekî topyekîn, diyalog û îradeya jiyana bi hev re pêk were û anî ziman ku divê ji bo vê xalên şaş werin rastkirin.

Festîvala Jinan a Zîlan ku wê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê were lidarxistin, bê şopandin.

Li du aliyên cuda yên cîhanê du dewletên cuda, du gelên cuda. ​​Lê heman rêbaz, heman amûr, heman armanc. Li Srî Lankayê tiştê ku li Tamil Elam diqewime û tiştê ku li Bakurê Kurdistanê diqewime dişibin hev û ev ji tesadufê wêdetir nîşaneya hevpariya avaniyê ye.

Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar banga tevlîbûnê ji bo “Mitînga Azadiyê” ku wê di 28’ê Hezîranê de li Stenbol Bagcilarê were lidarxistin kir û diyar kir ku divê mitîng di heman demê de wekî nîşandayîna îradeyê were dîtin. 

Parêzer Anna Magdalena Busl ku li Elmanyayê di qada koçberî û penaberiyê de dixebite, diyar kir ku Peymana Penaberî û Koçberî ya nû ya YE’yê mafên penaberan bi awayekî cidî sînordar bike û anî ziman ku bi taybetî prosedurên lez û pêkanînên binçavkirinê fikarê çêdike.

Rejîma Îranê deng û gotina jinan ji perwerdeyê bigirin heya jiyana kar, ji qada dijîtal bigirin heya qada dewletê polîtîkayên xwe yên qedexekirinê zêdetir nîşan dide. Dixwazin jinan ji hemû qadan bêpar bihêlin.

Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên winda û girtiyan were şopandin.