Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) ji Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan re peyam şand.
Peyama KJK’ê bi vî rengî ye:
“Bi wesîleya 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan em we hemûyan yek bi yek silav dikin û ji bo têkoşîna bê navber serketinê dixwazin. Beriya her tiştî di şexsê şehîd Zîlan de ji Semayan heta Gulanan, ji Leyla Agiriyan heta Raperîn Amed û Bêrîvan Zîlanan, ji Hanim Yaverkayayan heta Zîlan Pepûle û Rihan Amûdêyan, ji şehîdên meha Hezîranê heta şehîdên hemû deman, em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya jinan û civakê yek bi yek bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Kesayetên evqas mezin hene ku di her roj, meh û salê de mohra xwe li dîroka azadiyê ya jinan û civaka mirovahiyê xistine. Her yek ji van xwedawenda demê ye.
Rêber Apo nameyên şehîd Zîlan peyv bi peyv xwend, nirxand û ew weke Xwedawenda Azadiyê bi nav kir. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe di têkoşîna me de pêvajoyeke nû pêş xist. Bi saya şehîd Zîlan û bi hezaran xwedawendên demên din, îro em li cîhanê di şoreşa jin û civakê de xwedî asteke bi bandor in. Bi berdêlên mezin ên hatine dayîn, îro em vê dikarin bêjin: Niha dema jinê ye û ji bo vê jî divê em Jin Jiyan Azadî bihûnin.
JIN HÊVIYA JIYANA DEMOKRATÎK E
Weke jinên ku civakîbûna mirovahiyê afirandine, em careke din îdîa dikin ku wezîfeya xwe ya pêşengtiyê bi cih bînin û bibin afirênerên Aştî û Civaka Demokratîk û bibin xwedawendên deme. Li dijî sîstema desthilatdariya mêr û êrîşên modernîteya kapîtalîst ên li hemberî jinê û civakê, jin hêviya jiyaneke azad, hevpar û demokratîk e. Têkoşîna me ya jinê xwedî wê hêz û kapasîteyê ye ku bi yekîtiya jinên demokratîk dikare civaka demokratîk û yekîtiya mirovahiyê ava bike. Li cihên ku em lê hene, derfetên me yên ji bo yekkirina parçebûna siyasî û hîzîbî ya ku li dervey sînor û li ser Kurdistanê desthilatdar e, pir xurt in. Bi pêşengiya jinên Kurd em dikarin yekîtiya demokratîk a netewa Kurd çêbikin. Ev wezîfeya pêşengtiya civaka demokratîk e. Di heman demê de bi yekîtiya jinên herêmê û cîhanê jî em dikarin modernîteya demokratîk jiyanî bikin. Niha tam dema vê yekê ye.
Ji bo wezîfeyên demê, domdariya têkoşînê û xwedî derketina li nirx û çanda xwe, ev festîval pir girîng e. Wate û girîngiya festîvalê her sal hîn berfirehtir û dewlemendtir dibe. Rojên wiha rojên asta herî bilind a xwebûnê ye; rojên dîtina kokên xwe ye; rojên xwedî derketina li çand û zimanê xwe ye; rojên nûkirina hestan, zanebûna welatparêziyê û pêşengtiyê ye. Festîval ji bo vê yekê cih û demê gihiştina lûtkeyê ye. Qasî bilindkirina lûtkeyê, divê em her kêliya jiyana xwe jî bihûnin. Lewma qasî mezinahiya wateya kêliyên Festîvala Şehîd Zîlan, xwedî derketina li wezîfeyên xwe jî ewqasê girîng e.
EM DIKARIN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK BÎNIN
Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Şehîd Zîlan di 6’ê Gulanê 1996’an de li dijî komploya li ser Rêber Apo bi çalakiya xwe bersiv da. Em jî wek şopdarên Şehîd Zîlan divê azadiya Rêber Apo ji rewşa hêvî û bendewarî derxînin û bikin rastiyek ku tê jiyîn. Ji bo vê yekê pêwîst e ku em çalakiyên xwe zêdetir bihêz bikin. Divê em saziyên peywendîdar ên Ewropayê neçar bikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Pêwîste em wan mecbûr bikin ku qanûn û erkên xwe û mafê hêviyê pêk bînin. Hêza me ya rêxistinkirî û rêbazên demokratîk dikarin wan neçar bikin ku gavan biavêjin.
Wek jin, divê em ji bo vê armancê bêtir bixebitin. Ji ber ku me bi Rêbertî re xwe nas kir. Em bi wî re ava bûn û me xwebûna xwe bi dest xist. Bi hevrêtiya bi Rêbertî re me rêxistin, hêz, îdeolojî û hişmendî bi dest xist. Her wiha em bi vî rengî bûn hevrêyên Zîlanan. Bi vê rastiya ku hatiye avakirin, em dikarin hevdîtina fîzîkî ya bi Rêbertiya xwe re jî pêk bînin. Pêkanîna vê yekê nêzîk e. Di zûtirîn demê de pêkhatina wê jî di destê me deye.”