Li Cizîrê Komxebata Yekîtiyê hate lidarxistin

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, komxebata yekîtiyê ya yekem li navçeya Cizîrê ya Şirnexê lidarxist.

Komxebata Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk a Aştiya Navxweyî bi tevlîbûna Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, endamên sekreteryaya însiyatîfê, partiyên siyasî, saziyên civakî û bi dehan rûspiyên Herêma Botanê li Eywana Civînê ya Şaredariya Cizîrê hat lidarxistin. Beriya ku komxebat destpê bike ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Hevberdevkê Însiyatîfê Mehmet Kamaç di vekirina komxebatê de bal kişand ser nêzîkatiya gelê Kurd ya li ser yekitiya û got ku gelê Kurd di nav xwe de yekitiyê ava kiriye û divê sazî û dezgehên Kurdan jî yekitiya xwe ava bikin.

Sekreteryayê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Ahmet Ertak di axaftina xwe de diyar kir ku wan ji bo şêwiriya pirsgirêkên di nava civakê de ev komxebat pêk aniye û ew dê li gelek deverên bakurê Kurdistanê komxebatan pêk bînin.

Piştre Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, got ku çi dibe bila bibe ew ê heya dawiyê ji bo avakirina tifaqa Kurdan xebatên xwe pêk bînin û wiha axivî: “Dema me nava civaka xwe de nîqaşên yekitiyê kir, hewcedarî derket holê ku em Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ava bikin. Heya îro li ser tekitiya Kurdan gelek xebat hatine kirine lê mixabin heya îro me Kurdan nekariya yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku di sedsala dawîn de Kurdan tifaqa xwe pêk neaniye Kurdistan bûye çar parçe. Helbet ev yek nayê wê wateya ku em dev ji xebatên yekitiyê berdin. Li cîhanê yekitiya navdewletî li hember yekitiya Kurdan de hatiye avakirin û destûr nadin ku em weke gelê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Li ser van hemû pêkanîna em dev ji armanca xwe ya yekitiyê bernadin. Dewletan di nava xwe de em kirin çar parçe lê em di nav xwe de bûne hezar parçe. Dewletên dagirker em Kurd bi nasnameyên cuda cuda pênasekirine û her ku êrîşî me kirine bi ser navekî ji derveyî Kurdbûnê em pênase kirin. Bi ser kîjan navî em pênase kirinbin û êrîş kiribin jî ew pênase hemû em in.”

Mehmet Kamaç, destnîşan kir ku ew di serdemek zêrîn re derbas dibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro em di xaleke zêrîn re derbas dibin. Di vê xala zêrîn de ji bo Kurdan xala herî girîng yekitî ye. Birdoziyên navxweyî piştî yekitiyê tê. Ji ber vê yekê destpêkê yekitî piştre partî û birdozî. Di êrîşên li ser Rojava de gelê Kurd bû yek, li hember van êrîşan yekitiya xwe nîşan da. Tişta me ji vê bertekê fam kiriye, gel dibêje me yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku yekitî ji bo me ji av, nan û hewa muhimtir e. Gelê me hemû dilsozê yekitiyê ye, partiyên me, baweriyên me çi bibe bila ew be lê em dizanin ku beşdarên vir hemû dilsozên yekitiyê ne. Demên dawî qala entegrasyonê tê kirin. Ev yek niha li Rojava pêk tê. Beriya entegrasyona bi dewletên dagirker re hewceyiya me entegrasyona navxweyî heye.”

Mehmet Kamaç, diyar kir ku divê ji bo pirsgirêkên navxweyî her kes destê xwe têxe binê kevir û axaftina xwe wiha domand: “Em hêvî û daxwaz ji gelê xwe dikin ku ji bo pirsgirêkên navxweyê destê xwe danin bin kevir de. Rast e civaka me ji malbat, qebîle û eşîran pêk tê. Ev ji bo me nirxin lê dema eşîrek an jî malbatek hêze xwe li ser hin kesên din bikar bîne ev yek nayê qebûlkirin. Divê eşîrên me aliyên xwe yên pîroz li nav civakê bidin jiyandin.”

Mehmet Kamaç, herî dawî da zanîn ku beriya niha ew tev li Konferansa Yekitiya Rojava bûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ehmedê Xanê di Destana Mem û Zîn de qala 3 şexsiyetan dike, Zîn, Mem û Beko. Di vir de Zîn Kurdistanê temsîl dike, Mem Kurdan temsîl dike û Beko jî nakokiyên dewlet têxe nava me temsîl dike. Dewletên derdora me naxwazin Zîn û Mem bigihijin hev. Li vê derê bêhtir dixwazin hûn biaxivin. Ji ber ku em bizanin civak çi dixwaze û çi ji me re dibêje. Em beriya niha tev li Konferansa Yekitiya Rojava bûn û li wê derê me dît ka çawa hemû rengên Rojava tên gel hev. Em hêvî dikin di demek kurt de li Bakur jî em bi vî awayî konferansa yekitiyê lidar bixin. Her wiha em vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê pêk bînin û yekitiya xwe ya çar parçeyên Kurdistanê ava bikin.”

Piştî axaftina Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, dîwan hatin hilbijartin û li ser navê dîwanê Fadîl Bedirhanoglû, diyar kir ku ji dîroka kevnar a Kurdan heya îro her kesî yekitiya gelê Kurd xwestiye û wiha axivî: “Ji dîroka kevnar a gelê Kurd heya îro, hem oldarên me, hem zanyarên me, hem jî pêşengên me ji bo me gelek qala yekitiyê kirine. Em jî îro li ser şopa wan dimeşin û divê teqez em yekitiya gelê xwe ava bikin.”

Piştî Bedîrhanoglû, Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Ahmetoglû, bi lêv kir ku pêşniyara avakirina Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku ev komxebat dê bi vê hişmendiyê were birêvebirin. Ji destpêka dîrokî dema ku rêvebirina civakê di destê jinê de bû ev gengeşiyên îro tên jiyan nebûn. Dema jin pêşeng be, şerên navxweyî û navdewletê pêk nayên. Devera ku jin rêve dibe aramî heye. Îro li ser gelê me şerek taybet heye. Dewletên desthilatdar bi êrîşa li ser jinê dixwaze civakê bêxe bin kontrola xwe. Nebesiyên me yên nava civak û malbatê de gelekî zêde ne. Heya îro jî civaka me jinê weke kole dibîne û bi vî awayî êrîşên ser jinê berdewam dikin. Heya ku êrîş û tundiya li ser jinê di nava civaka me de xelas nebin em ê nekarin yekitiya xwe jî ava bikin. Civaka ehlaqî û polîtîk encax bi avakirinek siberojê ya bi jinê em dikarin ava bikin.”

Piştî axaftina Zozan Ahmetoglû Komxebata Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk a Aştiya Navxweyî bi nirxandinên beşdaran berdewam kir. Beşdarvanên ku nêrînên xwe anîn ziman xwestin ku demildest konferansa neteweyî ya gelê Kurd pêk were û yekitiya gelê Kurd were avakirin.

Komxebata Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk a Aştiya Navxweyî piştre ji çapemeniyê girtî dom kir û bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.