Ji bo Sûat Sari û Mesût Arslan taziye hate danîn
Ji bo Sûat Sari û Mesût Can Arslan ên PKK’î ku di şerên demên cuda de şehîd bûn, taziye hate danîn.
Ji bo Sûat Sari û Mesût Can Arslan ên PKK’î ku di şerên demên cuda de şehîd bûn, taziye hate danîn.
MEBYA-DER a Wanê û saziyên sivîl ên demokratîk çûn serdana taziyeya Mesût Can Arslan (Welat) ê di sala 1994’an de û Sûat Sari (Aram) ê di sala 1998’an de şehîd bûn. Girse li Mizgefta Hayretiyeyê ya taxa Selîmbey a Rêya Armûşê kom bû û bi wêneyên cangoriyan û berzkirina dirûşma “Şehîd Namirin” heta cihê taziyeye meşiya.
Malbatan pêşwaziya girseyê kir. Di serdanê de peyamên bilindkirina têkoşîna cangoriyan hatin dayîn.
Serdan bi duayên ji bo cangoriyan bi dawî bû.
