Konferansa MÎA-FED: Exlaq cewherê civakê ye

Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.

KONFERANSA MÎA-FED

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê konferansa xwe ya mezin a sêyemîn lidar dixe. Siyasetmedar Çetîn Arkaş, Endam û rêveberên partiyên siyasi û saziyên sivîl ên civakî, rêveber û endamên MÎA-FEDê û gelek kes tevlî konferansê bûn. Di konferansê de pankarta “Demokratîk Îslam: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” û wêneyên alimên Kurdan hate vekirin. Di konferansa ku bi rêzgirtinê destpê kir de Quran hate xwendin û sînevîzyonek hate nîşandan.

Hevseroka MÎA-FED’ê Perva Înal ewilî axivî. Perva Înal diyar kir ku mijara konferansê ol, edalet û azadî ye û wiha got: “Her sê têgeh jî bi hevdû ve girêdayî ne. Ol wateyekê dide jiyana mirovan. Mirov ji bo çi dijî? Divê çawa bijî? Rastî çi ye, şaşî çi ye? Ol van pirsan ji bo me dibersivîne. Ya duyemîn edalet e. Xweda di gelek ayetan de fermanê dide ku em edaletê pêk bînin. Ya sêyemîn azadî ye. Dema ku em li ayetan dinêrin, bi taybetî di wan sûreyên ku di serî de hatine daxistin de, bi berfirehî behsa azadiyê tê kirin. Yek ji van jî ayeta 13’an a Sûreya Beledê ye. Di wir de wiha dibêje: “Ji kesên dîlgirtî re azadî”. Armanca me ya vê konferansa ku em li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk lidar dixin ew e ku em cewher û doza Îslamê nîşan bidin; nexwe armanca me ne ew e ku em Îslamê demokratîk bikin. Ji xwe cewherê Îslamê li ser hîmên edalet, wekhevî, aştî û azadiyê hatiye avakirin.”

Hevserokê MÎA-FED’ê Abdullah Sagir jî diyar kir ku ew vê konferansê di bin ronahiya hişmendî, bawerî û dilsoziyê de, ji bo avakirina civakeke azad lidar dixin.

Piştre peyama Rêber Apo ku ji konferansê re hatibû şandibû bi Kurmancî û Tirkî hate xwendin. Endama DÎK’ê ya berê Huda Kaya anî ziman ku aştiya rastîn; bi rûbirûbûna mirov a bi pevçûnên xwe yên hundurîn re, bi naskirina tarîtiya xwe re, bi veguherandina hêrsa xwe re û bi zindîgirtina wijdana xwe re dest pê dike.

Siyasetmedar Çetîn Arkaş jî diyar kir ku ew zarokê gelekî mezlûm in ku ziman, çand, nav û hebûna wî di welatê wî bixwe de hatiye qedexekirin û wiha got: “Ez neviyê fermandarê mezin ê Îslamê Selahedînê Eyûbî me. Ew jî, wekî mînakên din, Kurdek bû; pêşengî ji ummetê re kir. Piştî ku ummetê jehra neteweperestiyê daqurtand, miletê wî fermandarê mezin ji bîr kir. Hinekan got ‘ummeta Îslamê’ henasa xwe ji hebûna Kurdan re girt û ew nedît, hinekan jî bi navê ‘enternasyonalîzmê’ nexwest gelê Kurd nas bike. Lê belê her milet li ser koka xwe bi nirx e. Exlaq, cewherê civakê ye, rihê wê ye. Civaka ku exlaq jê hatibe derxistin, tenê komek e, qelebalixeke; lê tu carî ne civak e. Di serdemekê de ku windabûna exlaqî kûr bûye, ma gumanek heye ku ji vê çêtir nîşan bide ka tiştê bingehîn çi ye? Mihemedûl Emîn. Mihemedê pêbawer. Tam ji ber vê çendê, ew bû rêberekî berçav û kamil ku civak, bindest û yên dîtir zû li dora wî civiyan. Jiyana wî û sekna wî, wî dike civakparêz, parvekar û komunîstekî rastîn. Hezretî Mihemed dîn nefirotiye. Bi jiyan û gotinên xwe exlaq ji nû ve bi bîr aniye; ola Îslamê ya ku wî pêşengiya wê dikir berfireh bûye. Kesên ku di jiyana xwe de exlaq ji bîr kirine, di cîhada herî mezin de mane; ew bazirganên herî mezin ên olî ne û yên ku sîberekê diavêjin ser Îslama Mihemedî ne. Îro gava ku dîn tê vegotin, hewldana ji bîrkirina exlaqê, tam îfadeya xerîbbûneke bi vî rengî ye.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî ev tişt gotin: “Civaka Îslamî ya Demokratîk, zêdetirî 15 salan e di nav gel de xebatên gelek pîroz dimeşîne. Di bin vê doza Îslamê de her kes behsa neteweya xwe dike; Ereb, Faris û Tirk behsa neteweya xwe dikin, lê gelê Kurd li herêmê weke sêwiyê ola Îslamê ma. Tevî ku bi hezar salan e gelê Kurd li axa Kurdistanê ola xwe, wijdan û edaleta xwe parastiye jî sîstema heyî ew ji çand û axa wan dûr xistiye. Hewce ye em bi ziman, felsefe û zanebûna xwe li dijî qirêjiyan derkevin. Em bihêvî ne ku cesareta xwe mezin bikin û bi hêza xwe ya pîroz, bi rêxistina gelê Kurd, jiyaneke nû, komînal û hevpar ji bo hemû gelan û di serî de ji bo xwe ava bikin.”

Cîgirê Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Mahfûz Guleryuz jî di axaftina xwe de wiha got: “Em bi we serbilind in ku we li hember dînê dewletê, dînê gel parast. Ev civak mîras û rêhevalê seydayê Mela Abdullahê Timoqî û Birêz Ocalan e ku wî hê di salên 90’î de nêzîkatiya şoreşgerî ya dîn û pişt re felsefeya ‘Îslama Demokratîk’ afirand. Îro li ser vê felsefeyê êrîşên giran hene ku mîna serdema Emewiyan bi derew û hîleyan dixwazin felsefeya Hz. Mihemed binpê bikin. Çawa ku Hz. Pêxember di Peymana Hudeybiyeyê de ji bo aştiyê her tişt da ber çavan, îro jî ji bo jiyaneke hevpar û aştiyê parastina vê ramanê peywireke giran e.”

Konferans bi rûniştinan didome.