Xizmên windayan edalet xwestin
Xizmên windayan û ÎHD’ê li Amed, Êlih û Rihayê ji bo windayan hatin ba hev û edalet xwestin.
Xizmên windayan û ÎHD’ê li Amed, Êlih û Rihayê ji bo windayan hatin ba hev û edalet xwestin.
AMED: Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amedê bi şîara “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 906’an de çalakiya xwe lidar xist. Çalakvan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezanê hatin ba hev û aqûbeta Salih Çalik û Sînan Fîdan pirsîn. Xizmên windayan wêneyên windayan hildan û xwestin ku aqûbeta wan were eşkerekirin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH: Li Êlihê jî çalakî di hefteya 742’yan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan dom kir. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Siddik Oncu hate pirsîn ku 21’ê Hezîrana 1993’yan li Taxa Qerhêta ya navçeya Xana Axpar a Amedê hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate wergirtin.
RIHA: Şaxa Rihayê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 77’an a çalakiya xwe de li ber AVM a Novada Park hatin ba hev û aqûbeta Mehmet Salih Cebecî pirsîn ku sala 1992’yan li ber Navenda Kar a Cebecî ya li navenda Rihayê hate qetilkirin.