Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin
Li Wanê ceazeyê hepsê yê li Berdevka Berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin.
Li Wanê ceazeyê hepsê yê li Berdevka Berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, li dijî cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 meh ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê ve li Berdevka Berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan hatiye birîn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ayşe Gokkan vîna me ye, nayê darizandin” hat vekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Meclîsa Dayikên Aşitiyê, saziyên jinan û saziyên sivîl ên demokratîk tevlî daxuyaniyê bun.
Metna daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta TJA’yê Eylem Oklû ve hate xwendin.