Ji bo 3 girtiyên nexweş daxwaza berdanê hate kirin

Li Enqer ji bo Şeyhmus Koç; li Îzmîrê ji bo Resûl Kocaturk û li Stenbolê jî ji bo girtiyê nexweş ê giran Resul Baltaci ku 34 sal in di girtîgehê de ye, çalakî hatin lidarxistin. Ji bo van her sê girtiyan daxwaza berdanê hate kirin.

ENQERE: İnsiyatîfa “Azadî ji bo girtiyên Nexweş” di hefteya 615’an a çalakiyên xwe de li Kolana Sakarya ya Enqereyê kom bû. Di çalakiyê de derbarê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Şeyhmus Koç ku ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiyeyê bo Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzincanê hat sûrgûnkirin, daxuyaniyek hate dayîn.

ÎZMÎR: Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek da. ÎHD’ê çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku du heftiyan carekê lidar dixe li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê pêk anî. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebin û nebin hevkarên sûc” hate vekirin. ÎHD’ê di çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa giran ê girtiyê nexweş Rasul Kocaturk ê ku 30 sal in girtî ye ku berdana wî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin. ÎHD’ê, bang li berpirsyaran kir ku erka xwe bînin cih.

STENBOL: Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya ‘Rûniştina F’yê di hefteya 743'yemîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya li navçeya Beyoglûyê lidar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Parastvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Resûl Baltaci yê ku di Girtîgeha Duzce Tîpa T’yê de tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankertên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Resûl Baltaci bê berdan” hate vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin.