Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn
Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 1108’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan di 10 Hezîranê sala 1994’an de hate qetilkirin, pirsîn.
Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 1108’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan di 10 Hezîranê sala 1994’an de hate qetilkirin, pirsîn.
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ‘Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya 1108’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayik/Mirovên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê û gelek parastvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Di hefteya 1108’emîn de aqûbeta Mûrat Aslan ê ku beriya 32 salan hatibû qetilkirin, hate pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy ve hate xwendin.