Pirtûka nû ya Zekî Bayhan
Nivîskar Zekî Bayhan pirtûkeke nû ya bi navê “Ji Cîhana yên hatine girtin: Hevrûbûn, Deng, Têgihan” nivîsand. Pirtûk wê 26’ê Hezîranê di rafan de cih bigire.
Nivîskar Zekî Bayhan pirtûkeke nû ya bi navê “Ji Cîhana yên hatine girtin: Hevrûbûn, Deng, Têgihan” nivîsand. Pirtûk wê 26’ê Hezîranê di rafan de cih bigire.
Nivîskarê girtî Zekî Bayhan ê ku bi Rêber Apo re li Îmraliyê tê ragirtin, pirtûkeke nû ya bi navê “Ji Cîhana yên hatine girtin: Hevrûbûn, Deng, Têgihan” nivîsand. Pirtûk 26’ê Hezîranê bi rêya Weşanxaneya Dîpnot wê di rafan de cih bigire.
Pirtûk ji sernavên “Kîjan Girtîgeh? Têkildarî Stratejiyên Kontrolê û Girtîgehan”, “Sîstematîka Hilweşînê”, “Bi Girtinê Hevrûbûnên Patalojîk”, “Li Girtîgehê Derbarê Fikir û Tenduristiya Ruh”, “Dengan”, “Li bendê mayîn”, “Têgihan”, “Tor û Parçe” pêk tê.
Berhemên Zekî Bayhan bi vî rengî ne: Paradîgmaya Azadîxwaz a Zayendî (Belge, 2011), Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’an: Sosyalîzma Demokratîk (Belge, 2015) û Derketina ji Paradîgmaya Netew-Dewlet a Qirker: Netewa Demokratîk (Belge, 2016), Gihiştina Sifirê (Weşanên Aram, 2018), Gihiştina Sifirê: Derbarê Têkoşîna Dijber û Avakirina Çandî ya Mêr (Weşanên Dîpnot, 2024)