Kînda Brûsk (Mîhrîban Şorli) û Koçerîn Lavînya (Nurcan Başak) ên ku di encama êrîşên HTŞ û çeteyên dewleta Tirk de di 17’ê Çileya 2026’an de şehîd bûn, li banliyoya Villiers le Bel a paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn. Her wiha Muhammed Şorli (Brûsk Serhed) birayê Kînda Brûsk e û di 27’ê Adara 2014’an de di şerê dijî DAÎŞ’ê de li bajarokê Cezza yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, şehîd Hayrî (Şahîn Dogan Engîn) ê ku ji Ewropayê beşdar bibû û şehadeta wî vê dawiyê hate ragihandin û Kendal Bozan di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de malbatên şehîd Kînda Brûsk û Brûsk Serhed jî amade bûn û axaftin kirin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axaftin hate kirin. Di axaftinê de bal kişandin ser rastiya şehîdan. Di axaftinê de li ser rêbazên "şerê taybet" ên ku bi rêya medyaya dîjîtal têne meşandin rawestiyan û hat diyarkirin ku şehîd rêberên rastîn in têkoşîna dijwar in.
Piştre apê Kînda Brûsk Îhsan Sevînç li ser pêvajoya girtin û têkoşîna Brûsk axivî. Sevînç diyar kir ku têkoşîna wan rast û mafdar e û ew ê bi tu awayî paşve gav neavêjin. Sevînç bal kişand ser daxwaza gelê Kurd a azadiyê. Sevînç bi bîr xist ku 27 sal in Rêber Apo di girtîgehê de ye û vê rewşê rexne kir.
Pismamê şehîd Hayrî Seyde Nurullah bi bîr xist Hayrî di sala 1999’an de şehîd bûye lê wan vê dawiyê agahiya şehadeta wî wergirtiye û got, "Şehîdên me rûmeta me ne. Wek malbat em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Şehîd namirin."
Xaltiya Kendal Bozan Dayê Ayhane jî axivî û diyar kir ku bedelên giran hatine dayîn û divê xwedî li xeyalên azadiya şehîdan bê derketin.
Bavê şehîd Kînda Brûsk û Brûsk Serhed Mehmet Seîd peyameke dîtbarî şand û serbilindiya xwe ya ji bo têkoşîna zarokên xwe anî ziman û bal kişand ser jiyana wan a berxwedanê.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Guneş Arduç axivî. Guneş Arduç bi bîranîna şehîdên meha Hezîranê dest bi axaftina xwe kir û di şexsê Zîlan û Sema Yuce de Kînda û Koçerîn Lavînya bi bîr anî. Guneş Arduç diyar kir ku ruhê fedaî îro bi awayên cûda berdewam dike û anî ziman ku bi bîranîna şehîdan re bilindkirina têkoşînê jî girîng e. Guneş Arduç destnîşan kir ku berxwedana li her qadê ya li dijî pergala kapîtalîst, zîhniyeta serdest a mêr û asîmîlasyonê şêweyek fedaîtiyê ye.