Cerdevanên gundê Giranê yê navçeya Xîzan a Bedlîsê bi çekan êrîşî keriyê pez ê gundiyan gundikê Deşta Avê kirin. Hat zanîn ku di êrîşa cerdevanan de zêdetirî 100 pez hatin qetilkirin. Cerdevanan bi çekan gef li şivanê gund xwarin. Li gorî agahiyên ji gundiyên Deşta Avê yên ku pezên wan hatine qetilkirin hatine wergirtin, cerdevan bi salan e bi awayekî sîstematîk gefê li wan dixwin, nahêlin ku ew jî ji gundê xwe derkevin û êrîşî wan dikin. Gundiyên ku pirsgirêk birine hem walîtî û hem jî parlamenteran, xwestin ku dawî li van gefên ku bi salan e berdewam dikin were.
Şevê din şivanên ku li gundê Deşta Avê pezên xwe diçêrandin ji dengê çekan matmayî man. Piştî ku pez hatin qetilkirin, şivanên tirsiyan neçar man ku ji cihê bûyerê birevin. Hat hînbûn ku cerdevanên gundê Giranê ku bi çekan nêzîkî 100 pez qetil kirin, beriya bûyerê rastî şivanekî ciwan hatin çek xistin serê wî û pirsa cihê jê kirin.
PEZ QETIL KIRIN Û GEF LI ŞIVAN XWARIN!
Gundiyên ku me derbarê bûyerê de bi wan re axivîn, diyar kirin ku cerdevan bi salan e dijminatiya wan dikin û ji ber ku ji gundên xwe koç nekirine bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Li gorî agahiyên derbarê bûyerê de hatine bidestxistin, cerdevanan li gundê Giranê baregehek ava kirine, piştî nerazîbûna gundiyan û bûyer birin dadgehê baregeh ji hêla cerdevanan ve hatiye valakirin. Cerdevanên ku îdia dikin ku di erdên gundiyan de para wan heye, par jî ji ber heman sedeman êrîşî gundiyan kiribûn.
'DIXWAZIN EM JI GUND DERKEVIN'
Welatiyên gundê Deşta Avê ku em bi wan re axivîn, li ser tiştê qewimî ev agahî parve kirin: "Ew cerdevanên gundekî ne û dixwazin erd û milkên me desteser bikin. Heta nahêlin em ji gund derkevin. Me ev rewş ji hemû parlamenter û siyasetmedaran re ragihand. Gelek caran gefê li me dixwin. Şevê din hatin pezê me gulebranan kirin û 100 pezê me qetil kirin. Me pirsgirêk ji qereqolê re ragihand. Hatin lêkolîn kirin, lê tiştek nekirin. Şivanekî ciwan girtin, çek xistin devê wî û gef lê xwarin. Ew niha di şokê de ye û pirsa pezê em wî li ku ne jê kirine. Li gund baregehek ava kirin, wekî gundiyan me îtîraz kir û piştre me me mijar bir dadgehê. Me doza dadgehê qezenc kir, ji wê demê ve dijminatiya me dikin. Em her roj vê yekê dijîn. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Di sala 1993’yan de ji ber zextan em neçar man ku ji gund derkevin. Em di sala 2002’yan de vegeriyan gund. Îro ji bo em dîsa ji gundê xwe derkevin zextê li me dikin.”