Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, bi armanca balê bikşînin ser darvekirin û polîtîkayên zextê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêde bibin, li Qada Kleberê çalakiya konvedanê ya ji bo du rojan hate lidarxistin.
Di standa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Strasbourgê hat lidarxistin de, wêneyên kesên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin û şehîdên têkoşîna azadiya jin hate pêşandan. Welatî eleqeyekî mezin dan standê.
Di tevahiya çalakiyê de têkildarî darvekirin, zextên siyasî û binpêkirinên mafên mirovan ên ku di salên dawî de li Îranê zêdetir bûne, xebatên agahdarkirinê hatin meşandin. Her wiha danezanên derbarê armanca çalakiyê de hatin belavkirin.
Bi taybet welatiyên Fransî eleqeyekî zêde nîşanî standê dan, gelek ke bi erkdarên standê re nîqaş kirin, agahî derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên Îranê de girtin û peyamên piştevaniyê dan.
Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Strasbourgê diyar kir ku ew ê ji bo zêdekirina hestiyariya raya giştî ya li dijî darvekirin û polîtîkayên zextê yên li Îranê dewam dikin, çalakiyên bi vî rengî bidomînin.