Ji bo 'Mîtînga Azadiyê' banga tevlîbûnê

Li Mersînê amadekariyên ji bo 'Mîtînga Azadiyê' bê navber dewam dikin, ku wê 27'ê Hezîranê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê lidarxistin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê, civînên gel ên 10'ê Hezîranê li taxan da destpêkirin dewam kir. Li taxa Mevlana li gel Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Batûyan a Şirnexê civîna gel hate lidarxistin û ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê hate kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê jî li navçeyên Seyhan, Yuregîr û Ceyhanê serdana dikandaran kir û ji bo mîtîngê bang kir.

Mîtîng wê li navçeya Yenîşehîrê li ber Stadyûma berê ya Tevfîk Sirri Gur li Bexçeyê Millet bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Çetîn Arkaş wê weke qiseker beşdar bibin. Hunermend Eylul Nazlier, Ronî Artin û Arhat jî wê hunera xwe pêşkêş bikin.