Agirê Jiyan ji bo 'Mîtînga Azadiyê' bang kir
Agirê Jiyan ku wê di 'Mîtînga Azadiyê' de ya 28'ê Hezîranê li Bagcilar a Stenbolê derkeve ser dikê, ji bo tevlîbûna li mîtîngê bang kir.
Agirê Jiyan ku wê di 'Mîtînga Azadiyê' de ya 28'ê Hezîranê li Bagcilar a Stenbolê derkeve ser dikê, ji bo tevlîbûna li mîtîngê bang kir.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê li Amed, Stenbol, Wan û Mêrsînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 'Mîtîngên Azadiyê' lidar bixe. Mîtînga li Qada Bagcilar a Stenbolê wê 28'ê Hezîranê saet di 16:00 de pêk were. Endamên koma Agirê Jiyan ku wê di mîtîngê de derkeve ser dikê bi dîmenekî banga ji bo tevlîbûnê kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wê li mîtîngê biaxivin. Agirê Jiyan û Tara Mamedova wê derkevin ser dikê.
Agirê Jiyan’dan İstanbul’daki Özgürlük Mitingi’ne çağrıhttps://t.co/H2SHiTzuw4 pic.twitter.com/Ei9hNtfUXu
— Yeni Yaşam Gazetesi (@yeniyasamgazete) June 21, 2026