Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

Jina Êzidî Cîlan Caror di 6. Şampiyoniya Vekirî ya Iraqê ya Halter Hilgirtinê de, bû yekemîn û madalyaya zêr qezenc kir.

Di 6’emîn Dema Şampiyoniya Vekirî ya Iraqê ya Halter Hilgirtina Jinan de ku li bajarê Dihokê hate lidarxistin, jina Êzidî Cîlan Caror bû yekemin û medalyaya zêr bi dest xist.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Cîlan Caror Krêt ku ji navçeya Şêxan a ser bi parêzgeha Dihokê ye, di lîstika halter hilgirtinê de bi giştî kariye giraniya 240 kîlogram hilde.

Cîlan Caror Krêt ku bi zêdeyî 20 lîstikvanan re pêşbirk kir, li Iraqê du caran li pey hev bû yekemin.

Bi destxistina vê medalyaya zêr û hildana vê giraniyê, weke destkeft û serkeftineke mezin ji bo jinên Kurd û bi taybetî ji bo civaka Êzîdî tê nirxandin. Tevî astengiyan, serkeftin û hêza jinan a di qadên werşîzî de dewam dikin.