Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

Stranbêja Îranî Parastoo Ahmadî û 7 hunermendên din, ji ber konserek ku li YouTube hate weşandin, bi 74 qamçiyan, 2 sal qedexeya hunerî û qedexeya derketina derveyî welat hatin cezakirin.

Li Îranê dadgehekê ji ber konserek ku di Kanûna 2024’an de li ser YouTube’yê hate weşandin, li dijî stranbêj Parastoo Ahmedî û heft hunermendên din cezaya 74 qamçiyan ji bo her yekî da.

Konser li kervansarayeke dîrokî û bê temaşevan hate tomar kirin. Li gel Parastoo Ahmadî çar muzîsyen beşdar bûn. Derketina wê ya bê laçik û bi cilên ku li dijî qaîdeyên cilûbergê yên Îranê hatin dîtin, bû sedema nîqaşan. Konser li YouTube’yê nêzîkî 3 milyon caran hate temaşe kirin.

QEDEXEYA DU SALAN A HUNERÊ Û CEZAYA QAMÇIYAN

Derhênerê konserê Tahmîneh Monzavi, ragihand ku hemû kesên ku di projeyê de amade bûn, bi qedexeya du salan a çalakiyên hunerî, qedexeya derketina derveyî welat û 74 qamçiyan hatine cezakirin.

Piştî weşandina konserê, Parastoo Ahmadî, Tahmineh Monzavi û hin kesên din demeke kurt hatine binçavkirin, lê paşê bi kefalet hatine berdan.

Dadgeha cezayê ya bajarê Qumê hunermendan bi “çêkirin û weşandina naveroka li dijî ehlaqê li ser înternetê” sûcdar kir.

Hin medyayên fermî yên girêdayî dadweriya Îranê hê jî cezaya qamçiyan erê nekirine, lê berê hatibû ragihandin ku li dijî konserê bi hinceta “performansa li dijî qanûn û qaîdeyên olî” doz hatibû vekirin.

LI ÎRANÊ STRAN GOTINA JINAN LI SER DIKÊ QEDEXE YE

Li Îranê ji bo jinan qedexe ye ku konsera solo bidin an jî li pêş temaşevanên jin û mêr stran bibêjin. Her wiha pêdivî ye ku laçik danin ser serê xwe û qaîdeyên taybet ên cilûbergê bi cih bînin.

Di salên dawî de gelek jin li dijî mecbûriyeta xwe girtinê derketin. Ev helwest piştî ku Jina Emini di sala 2022’yan de hate kuştin û xwepêşandanên “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê kirin, bêtir xurt bû.

Tê gotin ku di hin stranên Parastoo Ahmadi de jî behsa ciwanên ku ji ber beşdarbûna xwe di xwepêşandanan de hatine girtin hatiye kirin.