Li Bolîvyayê rewşa awarte hate ragihandin

Serokê Bolîvyayê Rodrigo Paz ji ber protesto û çalakiyên rêgirtinê yên ku zêdeyî 50 roj in li welêt tên lidarxistin, ji bo 90 rojan rewşa awarte ragihand. Di çarçoveya biryarê de ji bo rêkûpêkiya civakê car din pêk were, artêş hate wezîfedarkirin.

Serokê Dewleta Bolîvyayê Rodrigo Paz roja Şemiyê daxuyanî da û ji bo car din rêkûpêkiya civakê were tesîskirin, ji bo 90 rojan rewşa awarte îlan kir. Di çarçoveya biryarê de hêzên çekdar wê li seranserê welêt bên bicihkirin.

Paz diyar kir ku hewldanên hikûmetê yên ji bo diyaloga bi xwepêşanderan re bêencam man û îdîa kir ku ji bo diyalogê serî li hemû rê û rêbazan dan.

BI SENDÎKAYAN RE PEYMAN HATE ÇÊKIRIN, TEVGERA GUNDIYAN RED KIR

Biryara rewşa awarte, rojek piştî îmzekirina peymaneke ji bo bidawîkirina protestoyan a navbera hikûmetê û rêxistina herî mezin a sendîkayê ya welêt, hate ragihandin.

Lê bele tevgera gundiyan ku weke yek ji hêzên esas ên çalakiyan tê dîtin, peyman red kir û biryar da ku çalakiyên rêgirtinê bidomîne. Li ser vê yekê hikûmetê ji bo vekirina rêyan, artêş xiste dewrê.