BI DÎMEN

Li Cenevreyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate nîqaşkirin

Siyasetmedar Nejdet Atalay di civîna li Cenevreyê hat lidarxistin de axivî û anî ziman ku ji bo avakirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê têkoşîn di sê mijarên bingehîn de were mezinkirin.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civîna nirxandinekî berfireh hate lidarxistin.

Civîn bi pêşengiya Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Cenevreyê Naîle Budak û Osman Tekîn hate lidarxistin û siyasetmedar Nejdet Atalay derbarê pêvajoyê de nirxandinan kir.

Atalay diyar kir ku piştî şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de li Xezeyê hat destpêkirin, bi pêşengiya DYE û Îsraîlê de li Rojhilata navîn pêvajoyeke şer a hegemonyayê ya nû hate kûrkirin û anî ziman ku ev geşedan gihîştiye qonaxekî ku dikare ji bo gelên Kurdistan û herêmê encamên dîrokî derxe.

Atalay îşaret bi geşedanên siyasî yên di demên dawî de li Tirkiyeyê pêk hat jî kir û anî ziman ku pêvajoya ku piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahcelî di Cotmeha 2024’an de destpê kir, bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de gihîşt qonaxekî bû. Atalay destnîşan kir ku çarçoveya qanûnî û gavên demokratîkbûnê ku tê payîn di meha Tîrmehê de bê rojevê, ji bo pêşeroja pêvajoyê girîng e.

Atalay diyar kir ku perspektîfa Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn zemîna çareseriya demokratîk pêşkêş dike.

Atalat anî ziman ku ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng e ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û mafê hêviyê were naskirin.

Atalay di axaftina xwe de erkên li pêşiya civaka Kurd a li Ewropayê nirxand û diyar kir ku xebatên avakirinê yên di serdema nû de divê bi di sê sernavên bingehîn de were destgirtin.

Atalay ewil bal kişand ser girîngiya domandina hebûna bi rêxistinkirî ya gelê Kurd a li Ewropayê bi parastina ziman, çand, nasname û nirxên civakî yên gelê Kurd, ya duyemîn; di welatên ku li ser bingeha entegrasyona demokratîk de tên jiyîn de pêşxistina xebatên sazûmanî, xurtkirina rêxistinbûna dmeokraîtk û mezinkirina meşrûyeta civakî.

Atalay wekî xala sêyemîn jî bal kişand ser girîngiya parastina têkiliya Kurdên li Ewropayê bi Kurdistanê re, meşandina xebatên ku dibe bersiva pêwîstiyên civakî ya gel, jiyanîkirina nirxên çandî û bîra civakî û girêdanbûna têkiliya di navbera nifşan de. Atalay diyar kir ku pêşxistina piştevaniyê û xurtkirina yekîtiya civakî jî yek jî hêmanên bingehîn ên pêvajoya ji nû ve avakirinê ye.

Gel di dawiya civînê de destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Apo, naskirina mafê hêviyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê têkoşîna heyî were mezinkirin. Her wiha ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk banga xurtkirina rêxistin û piştevaniya civaka Kurd li Ewropayê  hate kirin.