Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûnê ji bo mitînga ku wê bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” di 27’ê Hezîranê de were lidarxistin, kir.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, beriya mitînga “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad, Partiya Herêmên Demokratîk û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan di 27’ê Hezîranê de bi daxwaza azadiya Rêber Apo were lidarxistin, daxuyanî dan.

Daxuyanî li mala Meclîsê ya li navçeya Akdenîzê hate lidarxistin û gelek Dayikên Aştiyê tevlî bûn. Daxuyanî li ser navê Meclîsê, ji aliyê Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar ve hate xwendin.

Tenzîle Baydar bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û anî ziman ku dewletê di neavêtina gavên şênber de bi israr e û diyar kir ku ji  bo derbaskirina vê divê piştevaniya civakî were mezinkirin.

Tenzîle Baydar bal kişand ser girîngiya tevlîbûna xurt a ji bo mitîngê û wiha got, “Ji bo dewletê gavê biavêje, tevlîbûna vê mitîngê girîng e. Ji aliyekî ve hevdîtin bi Rêbertiyê me re tên kirin, li aliyê din jî hîna di aliyê hiqûqî de nayê naskirin. Hem ji bo naskirina Rêbertiyê me di aliyê hiqûqî de û hem jî xwedîderketina vê pêvajoyê tevlîbûna her kesî ji bo mitîngê girîng e. Em çiqasî tevlîbûna xwe ji bo mitîngê çêbikin em ê ew qas peyamê bidin hem Tirkiye û hem jî cîhanê û nîşan bidin ku em xwedî li Rêbertiyê xwe derdikevin.”

Tenzîle Baydar bang li hemû aliyên civakê kir û wiha got, “Her kesên ku aştiyê dixwazin, nasname, ziman û nêrîna wê çi dibe bila bibe, divê tevlî vê mitîngê bibe û em destê aştiyê bigrin.”