Di 17’ê Hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê Denîz Poyraz a ku xebatên partiyê dimeşand, ji aliyê Onur Gencer ve bi êrîşekî çekdarî hate qetilkirin. Di çalakiya bîranînê ya li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê de îşaret bi têkoşîna Denîz Poyraz û cihê wê ya di têkoşîna azadiyê dr hat kirin.
Malbata Denîz Poyraz jî ji Îzmirê bi rêya telekonferansê tevlî bîranînê bû. Endamên malbatê di axaftinên xwe ze diyarkirin ku Denîz Poyraz yek ji şehîdên Kurdistanê ye û anîn ziman ku têkoşîna wî wê di her şert û mercê de bidomînin û serî li zextan netewînin.
Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi êrîşên li ser siyasetmedarên jin û têkoşîna azadiya jinê hat kirin. Axaftvanan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Evîn Goyî a li Navenxa Çanda Kurd Ahmet Kaya hate qetilkirin û pêşengên jin ên têkoşînê hatin bibîranîn.
Beşdarên ku mafê axaftinê girtin, nirxandinên kurt ên têkildarî êrîşên nasnameya jin û têkoşîna jinan û wate û girîngiya rojê kirin.
Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.