PYD-Ewropa Denîz Undav pîroz kir

PYD-Ewropa derbarê lîstikvanê futbolê Denîz Undav ê ku di rojeva cîhanê de ye daxuyanî da û got, “Ji bo serketina we ya dawî di nava tîma Elmanyayê ya li Kupaya Cîhanê ya 2026’an de, pîroz dikin.”

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a Ewropayê derbarê lîstikvanê futbolê Denîz Undav de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya bi sernavê “Birûska pîrozbahiyê ji bo lîstikvanê Kurd Deniz Undav” hat dayîn de ev tişt hatin parvekirin:

“Em bi navê rêxistina Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a Ewropayê ji bo serketina we ya dawî di nava tîma Elmanyayê ya li Kupaya Cîhanê ya 2026’an de, pîroz dikin.

We vînek azad û bi hêz nîşan da û dikarîbû bi serê xwe ev tîm bighîşta asta serkeftinê. Bi vê yekê re, we navê xwe û gelê Kurd bilind kir û kêfweşiyek mezin xist dilê tevahiya Kurdan.

Hûn wek ciwanekî Kurd ê Êzidî ku li derveyî Kurdistanê jidayik bûye, we mînakek baş a bi xwe bawer da. Hûn bi nasnameya xwe ya neteweyî derketin pêş û we hemû derfet ji bo ku hûn doza gelê xwe bibêjin, bikar anî. Ji ber vê kedê, van hestên neteweyî û girêdana bi doza gelê xwe, em we spas dikin û serkeftinê ji xebata we re dixwazin.”