‘Hiqûqa ku li Îmraliyê pêk were wê bibe pîvana pêvajoya aştiyê'

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna gel a Nisêbînê de axivî û xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên demokratîk û hiqûqî werin avêtin û got, "Nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan nîşaneya nêzîkatiya li hember pêvajoyê ye."

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya "Em bi gel re soza aştiyê ava dikin" li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê civîna gel li dar xist. Civîna gel di roja duyemîn de berdewam kirin.

Civîna gel a ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar beşdar bû de welatiyan nerîn û daxwazên xwe yên di derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de anîn ziman.

Beriya civîna ku li Parka Demokrasiyê were lidarxistin, girse li ber avahiya DEM Patiyê kom bû û serdana dikandaran kir û welatiyan vexwendin civînê. Welatiyên ku di civînê de axivîn diyar kirin ku divê dewlet ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde gavên şênber bavêje.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civînê de axivî û diyar kir ku daxwaza bingehîn a gel aştî ye û anî ziman ku divê li şûna polîtîkayên înkar û ewlehiyê rêbazên demokratîk easa bên girtin.

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku gelê Kurdan tevî ku bi salan tune hatine hesaibandin jî hebûn û nasnameya xwe parastine û got, “Êdî serdemeke nû û rêziknameyên nû hewce ne. Li şûna siyaseta înkarê, divê êdî gavên demokratîk û hiqûqî werin avêtin. Nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan jî nîşaneya nêzîkatiya li hember pêvajoyê ye. Hiqûqa ku li Îmraliyê pêk were wê bibe pîvana pêvajoya aştiyê."

Çîgdem Kiliçgun Uçar paşê bi esnafên bazara gel re hatba hev û  diyar kir ku aştî ji bo hemû beşên civakê bi qasî nan û avê girîng e û divê her kes berpirsiyariya pêvajoyê bigire ser xwe.

Çîgdem Kiliçgun Uçar bang li welatiyan kir ku beşdarî mîtîngên azadiyê yên ku di 27-28’ê Hezîranê de werin lidarxistin bibin.

Hat hînbûn ku civînê gel wê li tax û gundewarên cuda yên Nisêbînê bidomin.