Şehîd Helmet Gabar li Birminghamê hate bîranîn
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb), di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Birmingham a Brîtanyayê bi çalakiyek hate bibîranîn.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb), di 7’emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Birmingham a Brîtanyayê bi çalakiyek hate bibîranîn.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) bi wesîleya salvegera şehadeta xwe 5'ê Tîrmeha 2019’an li bajarê Birmingham a Brîtanyayê hate bîranîn.
Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser têkoşîn, nirx û mîrata şehîdan axaftin hatin kirin.
Di çarçoveya çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Brîtanyayê Kamran Şiwanî axivî û bal kişand ser cih û girîngiya şehîdan di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de.
Piştî wî li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd Aras Balbas axivî û bal kişand ser mîrata fikrî û civakî ya ku şehîdan li du xwe hiştine.
Li ser navê malbatên şehîdan Keywan Silêmanî jî got ku parastin û zindî girtina bîranînên şehîdan di nav têkoşînê de gelek girîng e.
Di çalakiyê de vîdyoyek li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Diyar Xerîb hate pêşandan. Helbestek jî hate xwendin.
Di axaftinan de hate gotin ku têkoşîna Şehîd Helmet Gabar ji bo ciwanan û gelên cuda jî bûye çavkaniya îlhamê. Her wiha girîngiya rola jinan di têkoşîna azadî de jî hate nirxandin.
Hevrêyê şehîd Diyar Xerîb Şivan Seîd, di axaftina xwe de li ser kesayetî, hevrêtî û helwesta têkoşer a şehîd axivî û bîranînên xwe parve kir.
Bername bi soza parastina bîranîna şehîdan û mezinkirina têkoşîna azadî bi dawî bû.