Beser Yildiz di 15’ê Nîsana 1945’an de li navçeya Savaştepeyê ya Balikesirê ku malbata wê sirgûnî wê bûbû, ji dayik bû. Malbata wê di dema Terteleya Dersimê de gelek windayî dan.
Bapîrê wê Hemede Alixan bi Seyîd Riza û hevalên wî re li Xarpêtê hatin darizandin; ji ber temenê xwe yê mezin nehat darvekirin lê 15 sal, 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Dapîra Beser Yildiz hevjîna yekem a bavê wê bû. Tevî du xwişkên wê yên mezin, ap û xaltîkên wê bi tevahî 37 endamên malbatê li nêzîkî gundê Kil ê Qisleyê hatin qetilkirin.
Piştî bidawîbûna sirgûniya wan, malbat vegeriya gundê xwe yê li Heydaranê. Ji salên 1970’an û pê ve malbat nêzîkî tevgera azadiya Kurd bûn û li herêmê bû yek ji piştgirên pêşîn.
Beser Yildiz xizmeke yek ji endamên damezrîner ên PKK’ê Alî haydar Kaytan bû. Mala wê bi salan wekî navendeke sereke ji bo xebatên rêxistinî hat bikaranîn.
Beser Yildiz piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê piştgirî da gerîlayan û ji salên 1980’an û pê vexebatên lojîstîk û kurye meşand.
Piştî ku keça wê Berfîn di sala 1993’yan tevlî gerîla bû wekî "dayika gerîla" hat nasîn. Keça wê Berfîn di 3’yê Tebaxa 1999’an de ligel pismama xwe Cemîle Alparslan di kemînekê de şehîd bûn.
Beser Yildiz piştî şehadeta keça xwe ji hêla dewletêve rastî zextên cezayî yên hiqûqî û aboriyê hat, piştre koçî Ewropayê kir û li Hollanda bi cih bû. Beser Yildiz bi salan bi pirsgirêkên tenduristiyê re têkoşiya û di 22’yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku cenazeyê Beser Yildiz wê bibin Dersimê û wê li kêleka keça xwe Berfîn were veşartin.