ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî got, Yekîtiya Ewropayê bi Pakta Koç û Penaberiyê îstema çavdêriyê, têlên bi stirî û modela 'Ewropa ya Kelehe' ya bi şîrketên ewlekariyê temam kiriye û sînorên paktê bêhtir mîlîtarîze kiriye.
Elaa Hesekê ku di nava refên Şoreşa Rojava de têkoşiya û 17'ê Çileya 2026'an li bejahiya Reqayê di berxwedana Heqil El Sewara de şehîd bû, bi dilsoziya xwe ya bi fikrê Neteweya Demokratîk, kesayetiya xwe ya fedakar û sekna xwe ya pêşeng hate naskirin.