Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.

Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet re sûcên ku ji aliyê leşkeran û wezîfedarên bi unîforma ve têne kirin, zêde bû. Bi taybetî piştî sala 2025'an van sûcan bi xwe re polîtîkaya necezakirinê anî. Sûcên ku ji aliyê cerdevan, polîs, çawişê pispor an jî wezîfedarên dewletê ve li hemberî jin û zarokan hatin kirin, bi giranî li Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Wanê hatin dîtin.

Li herêmê ku îstîsmar, tundî û komkujiyên li hemberî jinan hate kirin, dosyayên ku têkildarî mijarê çûn ber destê dadgeriyê bi giranî bi beraatê bi encam bûn. Ev polîtîkaya ku bi salan e tê meşandin hêz û wêrekî da kiryaran û zêde bû. Li herêmê tora îstîsmar û fûhûşê ya ku hêzên ewlekariyê di nav de ne, gelek caran hate teşhîrkirin. Ji sala 2012'an û vir ve têkildarî îstîsmara hêzên ewlekariyê bi dehan bûyer di çapemeniyê de hatin weşandin. Tenê beşeke biçûk a ji van dosyayan bi girtin an jî cezakirinê bi encam bûn.

Parêzvana Mafên Mirovan û parêzer Eren Keskîn ku gelek bûyerên destavêtin û êşkenceya zayendî dişopîne, anî ziman ku li cografyaya bûyer lê diqewimin sîstema serwer li ser nirxên mîlîter û serweriya mêr ava bûye, mekanîzmayên dadgeriyê jî bi vê ferasetê tevdigerin.

Eren Keskîn diyar kir ku tundiya li jinê ya li Kurdistanê weke polîtîkayeke şer tê meşandin û anî ziman ku ev yek ne tenê li herêmê ye, li gelek deveran cîhanê di pêvajoyên şer de jin bi rêk û pêk hedef têne girtin. Eren Keskîn ragihand ku tundiya li hemberî jinê tenê bi salên 1990'î nikare bê nirxandin, rabirdûya dîrokî ya herêmê bi bîr xist û got, "Ev cografya cografyayeke welê ye ku rabirdûyeke xwe ya qirkirinê heye. Qirkirinên 1915 û 1938'an heye. Bi komkujiyên li hemberî Ermenî û gelên din ên Xiristiyan û Qirkirina Dersimê qewimîn. Di van pêvajoyan hemûyan de li hemberî jinan tundî hate bikaranîn. Di salên 1990'î de ev yek weke polîtîyake dewletê ya rêxistinî hate meşandin."

'BÛYER BÊ CEZA HATIN HIŞTIN'

Eren Keskîn anî ziman ku yek ji navendên vê polîtîkayê Mêrdîn e û li ser kiryarên wê demê got, "Li herêmê ku fermandarê Mûsa Çîtîl lê bû, gelek jin di binê çavan de li êşkenceya zayendî rast hatin. Di encama hewldanên me de yek ji wan bûyeran a ku herî zêde tê zanîn doza Ş.E. bû. Muwekîla me ku weke Ş.E. tê naskirin û dayika wê di binê çavan de li êrişa zayendî rast hatibû. Me kir ku dawiya dawî li hemberî Mûsa Çîtîl û 405 leşkeran de doz bê destpêkirin. Vekirina vê dozê bûbû bûyereke gelekî mezin. Lê belê dosya ji Çorûmê re hate şandin û di encamê de biryara beraatê hate dayin. Çi bû? Ew Mûsa Çîtîl piştre di bûyerên Sûr-Cizîrê de vê carê weke fermandarekî bi payebilind derket pêşiya me."

'DESTPÊKÊ ÊLIH WEKE HERÊMA PÎLOT HATE HILBIJARTIN'

Eren Keskîn diyar kir ku bûyerên xwekuştina jinan a ku demekê gelekî kete rojevê pêwendiya xwe bi heman polîtîkayan heye û bûyerên di vê demê de li Dersimê diqewimin bi bûyerên rabirdûyê re têkilî danî.

Eren Keskîn got, "Êlih demekê ew bajbar bû ku herî zêde bi xwekuştina jinan diket rojevê. Çawa ku em îro li ser bûyera Gulistan Dokû, bi taybetî jî çetebûna li Dersimê diaxivin ku li dijî jinên ciwan ên Kurd hate avakirin, çawa ku em nîqaş dikin bê ev tora sûc çawa wan dixe xefika xwe, destdirêjiyê li wan dike û dikuje, li Êlihê jî kiryarên bi heman rengî qewimî bû. Wê demê Êlih weke herêma pîlot hatibû hilbijartin. Ya rast necezakirin di heman demê de polîtîkayeke dewletê ye. Necezakirineke mezin heye."

'BI TÊRKERÎ LI SER ÊŞKENCEYA ZAYENDÎ NAYÊ AXAFTIN'

Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya têkoşîna înîsiyatîf û rêxistinên jinan a li hemberî polîtîkaya necezakirinê û destnîşan kir ku bi taybetî avaniyên li qada mafên jinan û aştiyê dixebitin divê bi hev re tevbigerin.

Eren Keskîn got, "Êşkenceya zayendî ya li hemberî jinan a li Kurdistanê hîn li vê erdnîgariyê nayê axaftin. Ev tê nivîsandin. Bêguman li rojnameyên mezin û saziyên çapemeniyê yên navîn cih nagirin, lê belê ji aliyê Ozgur Gundemê ve hate nivîsandin, hin rojnameyan û organên weşanê cih dan wan. Balê nakişînin. Ji ber ku cotstandartiyek heye. Heta ku em li cotstandartiyên xwe nepirsin, em çiqasî polîtîkaya necezakirinê ya dewletê rexne bikin jî ev bi wate nabe."

'DIVÊ NECEZAKIRIN BÊ NÎŞANDAN'

Eren Keskîn axaftina xwe bi vê bangê qedand: "Bi taybetî êşkenceya zayendî û tundiya ku li Kurdistanê weke polîtîkaya şerê taybet a dewletê li hemberî jinan tê meşandin divê ji aliyê her kesî ve bê nîqaşkirin. Şert e ku ev polîtîkaya necezakirinê bi berfirehî bê nirxandin û nîşandan."