BI DÎMEN

Xelkê Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya

Xelkê Kobanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya û destnîşan kir ku aştî bi vî rengî pêk tê.

Bi hezaran kes ji xelkê Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya. Di meşê de hate ragihandin ku aştî tenê bi azadiya Rêber Apo pêk tê.

Meşvanan wêneyên Rêber Apo hildan û bê navber dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qîriya. Meşa ku ji Qada Jin a Azad destpê kir, bi dirûşm û tilîliyên dayikan heta Qada Aştiyê dewam kir.

Ji beşdarên meşê Zehê Elî Eyûb diyar kir ku wê her li qadan bin û got, "Rêber Apo ji bo mafê gelekî bi rê ket. Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk de gavên dîrokî avêt û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Lê belê dewleta Tirk a dagirker hîn jî gavek nevaêtiye. Êdî em dixwazin Rêberê xwe bi rengekî fîzîkî di nava xwe de bibînin. Divê her kes rabe ser piyan. Pêvajo bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikare bi ser bikeve. Rêber Apo cihê çareseriyê ye. Em ne alîgirê şer in, em bi aştiyê re ne. Ji bo vê jî em ê li qadan bin û heta dawiyê li ber xwe bidin."

Hesen Mamo jî anî ziman ku têkoşîna wan wê bi ser bikeve û got, "Têkoşîna me wê bi fikrê Rêber Apo bi ser bikeve. Gelê me bi fikrê Rêber Apo têdikoşe. Ji destpêka vî fikrî û vir ve dijmin her xwestiye vî fikrî tine bike. Lê belê bi têkoşîna gelê me re hemû planên dijmin têk çûye. Em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."