Fîlozofê Elman Demirovic piştgirî da pêvajoyê: 'Pêwîstiyeke lezgîn e'

Fîlozofê Elman û teorisyenê siyasetê Alex Demirović beşdarî kampanya piştgiriyê ya navneteweyî bû ku piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hate destpêkirin.

Piştgiriya ji bo kampanya piştevaniyê ya navneteweyî dewam dike, ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27'ê Sibata 2025'an hate destpêkirin. Herî dawî fîlozofê Elman Alex Demirović beşdarî kampanyayê bû.

Alex Demirović peyamek şand û diyar kir ew piştgiriyê dide çareseriya bi rêbazên aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd. Demirović anî ziman ku şerê bi salan bû sedema êşên mezin.

Alex Demirović got, "Ez piştgiriyê didim hewldanên ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd. Bidawîbûna bi lez a vî şerî ku bû sedema êşên giran, pêwîstiyeke lezgîn e. Di vê pêvajoyê de divê nûnerên hilbijartî yên Kurd ên li Tirkiyeyê girtî ne bêne berdan û ji bo piştgiriya gel, divê demokrasiya xwecihî bikeve meriyetê."

PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ MEZIN DIBE

Li gel Edgar Morin ku beriya niha bi demeke kurt jiyana xwe ji dest da, Giorgio Agamben û Nancy Fraser jî di nav de gelek ramangerên li cîhanê naskirî piştgirî dan kampanya navneteweyî ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Her wiha di salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de peyamên entelektuelên piştgirî dan kampanyayê ji aliyê weşanxaneyê ve weke pirtûk hate weşandin.

ALEX DEMIROVIC KÎ YE

Alex Demirović ê sala 1952'an ji dayik bû, yek ji teorisyenên siyasetê, civaknas û fîlozofên sereke yên Elmanyayê ye. Alex Demirović ku yek ji nûnerên girîng ên kevneşopiya Dibistana Frankfurtê tê qebûlkirin, bi karên xwe yên li ser teoriya rexnegir, Marksîzm, teoriya demokrasiyê, teoriya dewletê û rexneya kapîtalîzmê tê naskirin.

Alex Demirović ku salên dûr û dirêj li Enstîtuya Lêkolînên Civakî ya li Frankfurtê wezîfe kir, piştre li Zanîngeha Goethe ya Frankfurtê weke profesor kar kir. bi taybetî bi karên xwe yên li ser teoriya civaka rexneyî û teoriya dewletê weke yek ji kesayetên bi bandor ên derdora fikrê çep a li Elmanyayê tê naskirin.