Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da
Kedkarê çapemeniya azad û edîtorê servîsa çandê ya Medya Haber TV Bayram Balci ku demeke dirêj tedawiya kanserê didît, jiyana xwe ji dest da.
Kedkarê çapemeniya azad û edîtorê servîsa çandê ya Medya Haber TV Bayram Balci ku demeke dirêj tedawiya kanserê didît, jiyana xwe ji dest da.
Rojnamevan û helbestvan Bayram Balci ku salên dûr û dirêj karên çapemeniya azad dikir, li bajarê Aalst ê Belçîkayê li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bayram Balci demeke dirêj ji ber kanserê dihate dermankirin. Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû beriya du rojan rakirin nexweşxaneyê. Bayram Balci şeva derbasbûyî xatirê xwe ji jiyanê xwest.
Helbestvan Bayram Balci di salên 1990'î de li rojnameyên Yenî Ulke û Ozgur Gundemê dest bi karê çapemeniya azad kir.
Bayram Balci di salên 1990'î de ku li Tirkiyeyê êşkence li kedkarên çapemeniya azad dihate kirin û dihatin qetilkirin nûçegihanî û edîtoriya rojnameyê kir û ev karê xwe piştre li sirgûnê dewam kir.
Bahram Balci ku li Belçîkayê bi cih bûbû, karên çapemeniya azad weke edîtorê servîsa çandê ya Medya Haber TV'ê dewam dikir.