Beriya civîna bilind a NATO'yê gelek kes hatin binçavkirin
Beriya civîna bilind a NATO'yê li Tirkiyeyê serdegirtin li malên gelek kesên sosyalîst şoreşger û saziyan hate kirin.
Beriya civîna bilind a NATO'yê li Tirkiyeyê serdegirtin li malên gelek kesên sosyalîst şoreşger û saziyan hate kirin.
Beriya civîna bilind a NATO'yê ku wê di 7-8'ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were, gelek kesên sosyalîst, endamên partiyê siyasî û saziyan hatin binçavkirin.
Hevseroka Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren jî di nav de di serdegirtinan de ji Buroya Hiqûqê ya Gel, Eniya Gel, Partiya Şoreşger, BDSP, Partîzan, DGB, YDG û Kaldiraçê gelek kes hatin binçavkirin.
Çend ji binçavkiriyan bi vî rengî ne:
"Hasan Akman, Çağla Yeşim Çakır, Gizem Uzun, Öykü Öncel, Muhammed Enis Yıldız, Duru Yılmaz, Melsu Berfu Ertan, Zeynep Ceren Özen, Tuğba Kahraman, Faik Hamarat, Aze Eylül Aytekin, Sönmez Can Karayünlü, Elif Torun Öneren, Mustafa Uğur Akkaya, Enes Uğur Tekin, Dilara Çelik"