ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan anî ziman ku ew ji rastiya pêvajoya Rêber Apo bawer dikin, lewma dimeşînin. Kalkan işaret bi êirşên şerê taybet ê li Kurdistanê kir.

Rêveberê Şaxê Amedê yê OHD'ê parêzer Şemdîn Şahîn ragihand ku binpêkirinên li girtîgehan bi rêk û pêk dewam dikin û got, bernedana girtiyên nexweş û kiryarên tecrîdê li gel pêvajoyê jî dewam dikin.

Yek ji kesayetên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) wê 5'ê Tîrmehê li bajarê Bergisch Gladbach ê Elmanyayê bê bîranîn.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê li Meclîsê di civîna koma partiya xwe de rojev ê binirxîne.